Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Partîyên Kurdistanî di 100 salîya Peymana Lozanê da bi daxuyanîyeka hevpar ragihandin ku ew peymana Lozanê nas nakin.
Di daxuyanîya li Amedê hat belavkirin da hemû partîyên Kurdistanî xwestin ku hebûna gelê kurd û mafên wan bên nasîn.
Îro 100 salîya Peymana Lozanê ye. Navê roja reş e ya ku rê li ber red, înkar û qetlîamên sed salî li ser gelê kurd vekiriye. Ev sed sal e ku dewletên emperyalîst, bêyî ku îradeya kurdan li ber çavan bigirin, li hev kirine ku Kurdistanê bikin çar parçe. Peymana Lozanê ji bo gelê me navê tarîtî, zilma bêdawî, qirkirin û jenosîdan e. Me ev peyman qebûl nekir û em ê nekin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Çepên Kesk
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)
Partiya Însan û Azadî (PİA)
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T)
Partiya Azadî
Hereketa Azadî
Komeleyên Kurd ên Şoreşger ên Demokratîk (DDKD)
Komela Şêx Seîd
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd
Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923yan bi destê Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin.
Bi vê peymanê Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê da hate dabeşkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...