Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ser qebûlbûna cezayê li Osman Kavala û hevalên wî hatiye birîn bertek nîşan da.
Kiliçdaroglu ji Twitterê li ser nûçeyeke ku qebûlbûna cezayê radigihîne ‘’Nalet li we û li dûzena we ya gemarî were’’ nivîsî.
Wî dîyar kir ku ewê edaletê bînin welêt û ewê Vera karibe bavê xwe hembêz bike.
Vera navê keça Tayfun Kahraman e ku di Doza Gezîyê de ceza sitandiye.
Dadgeheke Stenbolê di meha Nîsanê de bo Osman Kavala muebet û bo 7 hevalên wî 18 sal cezayê zindanê xwestibû û ew ceza îro ji alîyê mehkemeya jorîn ve hat qebûl kirin.
Kavala û hevalên jiber hewildana hilweşandina dewletê sûcdar têne dîtin.
Foto: CHP - Website
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...