Kiras û xeftanên kurdî li Hefteya Modayê, li Parîsê ne

Kiras û xeftanên kurdî li Hefteya Modayê, li Parîsê ne
lara dizeyn- Paris moda haftasi

Dîzaynera Kurd Lara Dizeyî krasyona xwe ya bi kiras û xeftanên kurdî amade kiribû, li Hefteya Modayê ya Parîsê pêşkêşî bîneran kir.

Cilûbergên kurdî yên gelêrî cara yekem bi destê dizaynereka kurd li meydaneka navdewletî hat nîşandan.

Nîşandana koleksîyona Larayê bi muzîka kurdî ya bavê Larayê, hunermend Homer Dizeyî dest pê kir.

Lara Dizeyî li Parîsê bo Rûdawê dibêje,

Cilûbergên Kurdî bi zêr û zîv xweşik in, ew hûrgilî hev temam dikin.Xewna min pêk hat. Bi rastî ez kêfxweş im ku çanda me ya Kurdî û dîzayna me ya rengîn derkete asta cîhanê û ez beşdarî Hefteya Modayê ya Parîsê bûm. Ez pir pir kêfxweş im. Bi dilekî tijî evîn û hêvî, min ew dîzayn kirin. Hemû cîhanê  rengên çanda me li ser vê dikê dît. Bi rastî dibe ku ez vê rojê qet ji bîr nekim.

Lara Dizeyî

Dîzayner Lara Dizeyî, berîya niha di hevpeyvîneka xwe ya Botan Timesê da, ji bo vexwendnameya ji Parîsê gotibû;

Ez dixwazim modaya kurdî bi cîhanê bidim nasîn. Wexta ku min ji Parîsê vexwendname girt ez şaş nebûm. Ji ber ku ez bi çanda xwe bawer bûm.

Dîzayner Lara Dizeyî

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/kreasyona-jina-kurd-li-hefteya-modaye-ya-parise-ye-1.html

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.