Klîba 'Reşkê' hat belavkirin!
Stranbêj Kasim Taşdogan ji bo strana xwe ya Reşkê klîbek weşand.
Taşdoganî berê beyan kiribû ku ev stran diyarî ye bo hemî jinên kurd yên têkoşer û xwedî armanc.
Klîba Reşkê raber dike ku keçeka ku naxwaze bizewice dijî bavê xwe derdikeve û ji mala bavê xwe direve. Ligel dîmenên honakî yên klîbê, di klîbê da dîmenên arşîvê yên 8ê Adarê Roja Jinan jî hatine bikaranîn.
Di klîba berbehs da lîstikvanên wekî Deniz Uslu, Leyla Yavuz, Elif Altun, İkram Yavuz, Kazım Altun û Erdem Arî rol gêrane.
Kasim Taşdoganî gotinên stranê nivîsîne û muzîk jî her dîsa aîdê wî ye. Qeyd û aranjorîya stranê ji alîyê Praksîsê ve hatîye kirin.
Çend wext berê, Koma mûzîkê ya Praksîsê bo Botan Timesê li ser muzîk û xebatên xwe axivîbûn.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/hewldana-me-ya-cekirina-muzika-kurdi-em-ber-bi-wejeya-kurdi-ve-birin-1.html