KURTEPIRS: Resul Bafeyî

Share
KURTEPIRS: Resul Bafeyî
rb.pdf

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Xwedê ma gunehê me kurdan çi bû? Kê ji me guneheke mezin kiriye ku em vê êşê dikêşin.

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Hozan Serhad.

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Şer.

Kitêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Soryaz - Diyar Bohtî.

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Bila Hivron were ser gora min û strana Jaro Jaro bibêje.

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Giriyê Dayikan.

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Şêx Saîd. Jixwe wî navê xwe kolaye ne hewceyî navekî din e.

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Serdema Ciwan Haco ku li Qamişlo li wê civatê " Hey canê hey canê" digot :)

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Min ê dîsa henek kiriban ji bo kenê dayîkên me.

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Em sînemaya kurdî li her derê dinyayê belav bikin.

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Rojekê bila Koma Berxwedan were Newroza Amedê. Hemû endamên wê li kêleka hev bin, Hozan Seyîdxan bi çakêtê xwe yê fireh yê wekî du ode û salonekê, strana "Gulazer" bêje. Piştî vê xeyalê dikarim bimirim.

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kul û derd?

Gelek tişt hene lê ez ê yekê bibêjim "Dilê me kurdan şa nebûye ev ji min re bûye kul û derd".

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Serhişkbûna xwe.

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Ez gelê kurd bi zimanê xwe dikenînim.

Bi Ingilîzî bixwîne

Read more