LGBTI+, Meşa Rûmetê û Gotinên Siyasîyan

Share
LGBTI+, Meşa Rûmetê û Gotinên Siyasîyan
diyarbakir-newroz-4

Di cîhana îroyîn da bi saya cudakarî û marjînalbûnê mirov her ku diçe zêdetir bala xwe didin ser wekhevîyê.

Her çendî kesên LGBTI+ di gelek civakan da bi perspektîfên xwe yên cuda cih bigirin jî, di heman demê de ew ji alîyê civakê ve tên cudakirin.

Demekê dirêj bû ku Tirkîye bi hilbijartinan ra mijûl bû. Di encamên hilbijartinan da jî Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya sedî 52,16an bibû 13emîn serokkomarê Tirkîyeyê.

Wî di axaftinê xwe yê li Kisikliyê da bang li hemû siyasetmedaran û kesên LGBTI+ yan kiribû:

Ew CHP alîgirê LGBTI+ yan nîne, ew HDP alîgirê LGBTI+ yan nîne, ew IYI Partî alîgirê LGBTI+ yan nîne. Vê demê LGBTI+ dikare bikeve di nav AK partî yê. Na! Ji bo me malbat piroz e.

Recep Tayyip Erdogan

Botan Times li ser gotinên Erdoganî û di derbarê Meha Rûmetê da Parêzerekê Kurd û aktivîstê LGBTI+ Okan Altekîn ra axivî.

Okan Altekin

Parêzer Okan Altekîn ji bo daxuyanîyê Erdoganî got ku ew bi gotinên nefretperest axaivîye, ew ne cara yekem û ne jî ya dawîye ku em rabin ji ber wan gotinan wî binirxînin.

Di pêvajoya hilbijartinê da me bi dehan kunciknivîs, nûçe û hevpeyvînên ku gotinên nefretperest tê de hene dîtin. Û ew jî ji alîyê sazîyên çapemenîyê yên nêzê hikûmetê ve hatin belavkirin. Di heman demê da jî gelek wekîlên AKP, MHP û Partîya Refahê gotinên nefretperest bi kar anîn.

"Ev axaftin ji bo min nabe sedem ku ez gavekê jî paşve bavêjim"

Bi rastî, ev gotin ji bo kesekê ku ji sala 2015an vir ve di nav çalakîyên LGBTI+ yan da bi nasnameyeka eşkere têdikoşe, nayê tu wateyî. Ew axaftin nabe sedem ku ez ji têkoşîna li dijî homofobî û transfobîyê gavekê jî paşve bavêjim. Wekî LGBTI+yên Kurd ez ê bi israr vê nivîsa li ser pankarta ku me sala di 2015an da vekiribû, bêjim:

'Rêya civaka azad, di azadîya LGBTI+ ra derbas dibe.'

Altekinî diyar kir ku ew gotinên nefretperest dê sûcên yên li dijî LGBTI+ yan zêde bike û dê bandoreka neyînî li gihandina edaletê ya kesên LGBTI+ yan bike.

Parêzer Alptekîn gotinêka Sara Ehmedê jî bi bîr tîne û wiha dîbêje:

Nefret ne tenê rêya avakirina nasnameya civat û kesan e, her wiha bi rêya êşê jiyana yên din jî tarûmar dike û dixwaze wan binpê bike.

Di heman demê da meha Hezîranê wekî 'Meha Rûmetê' tê hesibandin. Li eyaleta Stonewall a Amerîkayê kesên LGBTI+ yan li dijî tundîya polîsan li ber xwe dabûn.  Ji ber vê yekê  meha rûmetê her tim wekî berxwedan, têkoşîn û rêxistin tê qebûlkirin.

Li Tirkîyeyê partîyên rastgir ên tund di pêvajoya hilbijartinê da daxuyanîyên li dijî LGBTI+yan dan.  Bersiva ya herî berbiçav ew e ku kesên tevlê meşên rûmetê dibin her ku diçe zêde dibin. Bi hezaran kesên LGBTI+ jî  îsal dê dîsa beşdarî meşa ya li Stenbolê bibin.

Di gelek welatan da hejmara kesên ku ji ber nasnameya xwe û meyla xwe ya hevzayendî tên cudakirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe. Li cihanê ev rewş di rengên cûda da tên nîşandan.

Bo minak Wezîrê Karên Derve yê berê Edgars Rinkēvičs, ku li Letonyayê xwe wek hevzayend pênase dike, di encama dengdana parlamentoyê da wekî Serokkomarê nû hatiye hilbijartin.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/cara-yekem-e-ku-li-ewropaye-hevzayendek-buye-sekokkomar-1.html

Read more