Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Weşanên Sor û malbata Arjen Arî dê di 12emîn salvegera mirina wî de bernameyeka bîranînê pêk bînin.
Bername dê 17ê çirîya paşîn a sala 2024ê, saet 17:30an de li Navenda Çanda Sezai Karakoç a Amedê pêk bê.

Arjen Arî di sala 1956ê de li gundê Çalê yê Nisêbînê hatîye dinyayê. Wî di sala 1979ê de Enstîtuya Perwerdehîyê ya Amedê qedandîye. Wek gelek helbestvanên kurd, wî jî pêşî bi tirkî nivîsîye. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavokekê desteser bûye û polîsan dest danîye ser helbestên wî. Piştî hefteyekê serbest hatîye berdan.
Helbestên wî yekem car di kovara Tîrêjê de derketine. Berîya sala 1980yî, karkerên pembû helbestên wî wek stran gotine. Di sala 1992ê de li Nisêbînê êrişeka çekî lê hatîye kirin û ji wê rojê pê ve li Amedê jîyaye. Di 30ê çirîya pêşîn a 2012ê de ji ber pençeşêrê mirîye.
Malbata wî û Weşanên Sor her sal li ser navê wî pêşbirkeka helbestê lidar dixin. Di sala 2019ê de Weşanên Sor hemû helbestên wî di setekê de kom kirine.

Çavkanî: Weşanên Sor, Wikipedia, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...