B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Amed jî têde li 6 bajaran polîsan bi ser malan de girtine û 66 kes hatine desteserkirin. Di nav van kesan de rojnameger jî hene.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtine û rojnameger jî di nav de gelek kes desteser kirine.
Aşkere bûye ku di lêpirsîna bi hêceta Newrozê hatiye destpêkirin de derbarê 66 kesan de biryara binçavkirinê heye. Di nav kesên hatine binçavkirin de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnameger Alî Koçer jî hene. Kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Agahîyên hatine bi destxistin ev in.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...