Li ber qesîdeyên Cizîrî roja Sêva Mêxekrêjê hat lidarxistin

Share
Li ber qesîdeyên Cizîrî roja Sêva Mêxekrêjê hat lidarxistin
NIVISKAR-SABLON-2

Platforma Ciwanên Serbixe (PCS) 7ê vê mehê li navenda xwe roja Sêva Mêxekrêjê li dar xist.

Berîya vê çalakîyê wan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dabûn zanîn ku her kesê/a bixwaze dikare beşdarê çalakiya wan bibe.

Endama PCSyê Eyshem Jînda di destpêka bernameyê da behsa armanca çêkirina Sêva Mêxekrêjê kir ku piranîya kesên beşdar bûbûn cara ewil çêdikirin.

Hejmarek zêde ciwanên Kurd ji bo çêkirina Sêva Mêxekrêjê tevlî vê çalakîyê bûbûn. Di nav wan da kesên wekî lêkoler Seyda Goyan û helbestkar Payîz Tûrsûn jî hebûn.

Hin kes bi hezkirîyên xwe ra, hin kes bi hevalên xwe ra û hin kes jî tena serê xwe hatibûn vê çalakîyê.

Her wiha di bernameyê da Yusuf Akay qesîdeyek ji Dîwana Meleyê Cizîrî xwend. Helbestkar Payîz Tûrsûn helbesteka xwe û hin beşdaran jî helbest xwendin.

Sêva Mêxekrêjê

Wisa tê zanin ku Sêva Mêxekrêjê ji alîyê jinek an jî zilamekî ve hatîye çêkirin. Dema ew evîndar nikarin evîna xwe beyan bikin, wan evîna xwe bi rêya Sêva Mêxekrêjê gihandine evîndarên xwe. Her wiha ger di navbera malbat an eşîretên wan evîndaran xeyd û dillmayînek hebe, dîsa wan evîndaran Sêva Mêxekrêjê ji bo aşitîyê çêkirine û şandine herdu alîyan. Derveyî van, ji ber ku zemanê berê ji bo bêhna xweş sabûn an jî parfûm tune bûne, însanan Sêvên Mêxekrêjê xistine nav boxçeyên xwe yên cilan xwe da ku bêhna xweş ji cilên wan bê.

Dema ciwanan Sêvên xwe yên Mêxekrêjê çêdikirin, kêfxweşîya wan li ser rûyê wan dîyar bû.

Eyshem Jînda ji bo çêkirina sêvên mêxekrêjê alîkarîya helbestkar Payîz Tûrsûn dikir.

Read more