Li Cizîrê jî nivîsa kurdî jê birine!
Li Cizîrê hişyarî û îşaretên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin.
Li Bakurê Kurdistanê li çendîn bajaran hişyarî û îşaretên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin.
Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şeredarîya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberîya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, ji bo di hatin û çûna welatîyan û ajokaran a di trafîkê de rê li ber qezayan bigire, li ser gelek cadeyan bi zimanê kurdî hişyarya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Mîna li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ku nivîsên bi kurdî li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatibûn jêbirin, li Cizîrê jî nivîs hatin jêbirin.
Hat zanîn ku nivîsên bi kurdî yên li ser Cadeya Orhan Dogan, ji hêla kesên nasnameya wan nedîyar ve hatin jêbirin. Şaredarîya Cizîrê jî da zanîn ku dê nivîsan dîsa binivîsin.
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê