Li Danîmarkayê 5 kesan Quran şewitandin
Li Kopenhaga Danîmarkayê, li ber konsolxaneya Misirê 5 kesan Quran şewitandin.
Di nava hefteyekê da ev sêyemîn Quran e ku li Danîmarkayê tê şewitandin.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê kesên ku Quran şewitandine endamên koma bi navê "Welatparêzên Danîmarkî" ne.
Herwiha 2 kesên endamên komê duh li ber konsolxaneya Iraqê Quran şewitandibûn. Piştî çalakîya wan kesan îro endamên heman komê îjar li ber konsolxaneya Misirê çalakîya şewitandina Quranê pêk anîn.
Berîya niha li Swêdê jî penaberêkî xirîstîyan ê Iraqê Salwan Momika li ber konsolxaneya Stockholmê hewil dabû Quranê bişewitine.
Çalakîya sotina Quranê ya penaberê Iraqî, bûbû sebebê gelek nerazîbûn û karvedanan.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/calakiya-sewitandina-qurane-konsole-swede-ye-li-bexdaye-hate-dersinorkirin-1.html