Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Li herêmê di şer û êrîşên ku 6 roj in didomin de 8 jê zarok 18 sivîl mirine.
Li Dêrazora serbi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeva borî (13ê Tebaxê) bi roketan êrişî baregeha leşkerî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kirin.
Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê(SOHR) ragihand ku herêma baregeha Amerîkî ya li Qada Gazê ya Konîkoyê ji alîyê komên ku Îran piştgirîya wan dike ve ku li rojavayê Çemê Firatê bi cih bûne, hat bombebarankirin.
Balafirên şer ên koalîsyonê li rojhilatê Dêrazorê û derdora bajarokê Haşşamê li xalên leşkerî yên komên ku Îran piştgiriya wan dike, dan.
Her weha SOHRê ragihand ku di şerê şeş roj in di navbera Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê(HSD) û çekdarên serbi Îranê de li bejahiya Dêrezorê de didomin 45 kes mirine:
Her wiha 48 sivîl û 7 şervan jî birîndar bûne.
Heta niha ti komeke bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe û DYAyê jî derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...