Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Îro 15ê Çileya paşiyê, li navçeya Arabsalîm a Libnana Başûr, di êrîşeka Îsraîlê de 5 kedkarên tenduristîyê û kesekê dî mirine. Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihandiye ku êrîş li ser navendeka parastina sivîl hatiye kirin.
Artêşa Îsraîlê ji niştecihên taxa Xobeyrî ya Beyrûdê xwestiye ku ji ber êrîşên pêşbînîkirî derkevin. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avîçay Adraî di Twitterê de nivîsîye ku di vê navçeyê de alavên Hizbullahê hene û artêş dê bi hêz tevbigere.
Al Jazeerayê ragihandiye ku li vê herêmê çend êrîş pêk hatine û dûman ji avahîyan radibe. Li gor Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA), li herêma Xobeyrî "teqîna giran" ji alîyê hêzên Îsraîlê ve hatiye kirin.
Li alîyê dî, Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku du fûzeyên ji Libnanê ber bi herêma Kendava Heyfayê ve hatine berdan, ji alîyê pergala parastina hewayî ve hatine têkbirin. Ti ziyan nehatiye ragihandin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...