Li Mêrdînê dê fîlma 'Pîrebok'ê bê nîşandan
Koma Şanoya Kurdî Şaneşîn Performans dê di çarçoveya Li Şaneşînê Nîşandana Fîlman da fîlma Pîrebok a Lütfü İrdem nîşanî bîneran bike.
Çîroka fîlmê ew e ku Ademê xizan û qof li pêy çîroka pîrebokê efsanewî dikeve yê ku di biçûkatîya wî da jê re hatibû behskirin. Di vê rêyê da Adem jinekê nas dike ku ew li gel keça xwe ji şer revîyaye û li welatekî din binecih bûye.
Derhênerîya fîlma Pîrebokê Lütfü İrdem kiriye û senaryoya fîlmê jî Lütfü İrdem û Nurullah Kaya nivîsîne. Di fîlmê da Nurullah Kaya, Gülbin Bozan, Fatma Boztaş wekî lîstikvan serekî rol digêrin.
Bernameya Li Şaneşînê Nîşandana Fîlman dê bi beşdariya Derhêner Lütfü İrdem 23ê Tîrmehê seat 20.00an pêk bê.

Şaneşîn Performans, yek ji komên şanoya kurdî ye ku Sibata 2022yan li Mêrdînê bi pêşengîya çend xemxur û mamostayên kurdî hatîye avakirin. Şaneşîn performansê heta niha lîstikên wekî Bêcir (2022) û Penceşêr (2023) berhem anîne.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/sanesin-performanse-komaleya-xwe-ava-kiriye-1.html