ZINDÎ-Li seranserê Tirkîyeyê dengdayîna bo tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê birêve diçe

ZINDÎ-Li seranserê Tirkîyeyê dengdayîna bo tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê birêve diçe
oy-deng-erdogan-kiliçdaroglu-seçim

Li Tirkîyeyê îro hilbijêr ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomarîyê diçin ser sindoqan.

Pêvajoya dengdanê saet di 08.00ê da destpê kiriye.

Di pisûlêyê da namzedê Tifaqa Milletî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Cûmhûrê Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan hene.

Hilbijêr wê bikaribin heta saet 17.00ê dengên xwe bikar bînin.

Ji bo hilbijartinê li 81 bajêr û 973 navçeyên welêt ji 191 hezarî zêdetir sindoq dê bên danîn. 60 milyonî zêdetir dengdêr jî wê rayê bikarbînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê yê ku bê hilbijartin dê 5 salan li ser wezîfeyê be.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku kilbijartina Serokkomarîyê a ku maye tûra duyemîn, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96, Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.