Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Rêveberîya Perwerdeyê ya navçeya Bornovaya Îzmîrê ji bo 99 dibistanan melayên mizgeftan wezîfedar kiriye. Ev biryar bi rêya nameyeka fermî ji dibistanan re hatiye ragihandin.
Ji 99 melayên ku hatine wezîfedarkirin, 60 ji wan li dibistanên seretayî û navîn kar dikin. Hemû mela ji Mizgefta Bilal Saygiliyê, ya ku bi navê serokê AKPê yê Îzmîrê hatiye binavkirin, hatine hilbijartin.
Sendîkaya Karkerên Perwerde û Zanistê ya şaxa Îzmîrê ragihandiye ku ev yek li dijî pêşketina zarokan û rêbazên perwerdeyê ye. Li gor daxuyanîyê, çalakîyên olî yên di nav dibistanan de ji bo zarokan zirarê didin.
Ev proje di sala 2023ê de dest pê kiriye û di navbera sê wezaretan de hatiye îmzekirin. Li gor projeyê, mela dikarin di bin navê "şêwirmendên manewî" de li dibistanan kar bikin.
Li gelek bajarên Tirkîyeyê wek Îzmîr, Eskîşehîr û Kirklareliyê, melayan li dibistanan dest bi kar kiriye. Wan hin çalakîyên wek teqlîda qurbanê û rojîyê bi zarokan re pêk anîne.
Çavkanî: Botan Times Duvar English
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...