Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Li Yewnanistanê li 82 cihan şewata daristanan berdewam dike.
Li welêt xebatên vekuştina şewata daristanên li girava Rodosê jî ketîye roja heftan.
Girava Rodosê bi tenê 400 kîlometreyan dûrî Tirkîyeyê ye û ciheka tûrîstîk e.
Şewata ku ji ber bi bayekî xurt belav dibe, ji otel û malan heta niha 40 hezar kes hatine tehlîyekirin.
Herwiha ji bo têkoşîna dijî şewatê Fransa, Tirkîye, Romanya, Polonya, Bulgaristan, Xirwatistan û Slovakyayê piştevaniya Yewnanistanê dike.
Bi armanca têkoşîna dijî şewatê, van welatan wesayît û wezîfedarên xwe yên agirkujiyê şandin Yewnanistanê.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...