Robotên seksê di nav civakê de hêdî hêdî belav dibin - TECHBOOK
Pêşketina teknolojiyê zêdetir bandorê li ser jiyana taybet ya mirovan dike. Zanyar û lêkolîner li ser guherîna jiyana seksê ya
Lîstikvanê fîlman Cahit Şahin Yalçinî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî li Diyarbekirê qeza kiriye.
Şahinî ji Botan Timesê re piştrast kir ku ew silamet e.

Yalçinî wêneyê erebeya xwe jî parve kiriye û diyar kiriye ji ber çalên di rêyan de wî qeza kiriye. Wî got ew ê dozê li wan saziyan veke ku rêyên xerab, serast nakin û dibin sebeba qezayê.

Wî da zanîn laşê wî êşiyaye û hin der xîştilî ne(diriyana sere-sere) lê ew baş e. Di nava rêyê de çaleka mezin hebûye dema berfê çal veşartiye û ew ketiyê erebeya wî qulipîye.
Şahin Yalçin aktorekê ji Erxenîya Diyarbekirê ye. Sala 2021ê digel Hanî Moştehîdîyê serlehengê fîlma "bêwar" bû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...