Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Serokê Fransayê Emmanuel Macron gotiye divê şandina çekan bo Îsraîlê were rawestandin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ev yek şermezar kiriye.
Macron li hevpeyvîneka bi radyoyekê re gotiye ew dixwaze vegere çareserîya sîyasî û Fransa niho tu çekan naşîne Îsraîlê. Wî dîyar kiriye ku vegera bo çareserîya sîyasî xala herî girîng e.
Netanyahu bi tundî li hember gotinên Macronî sekinîye. Wî gotiye divê hemû welatên pêşketî li kêleka Îsraîlê bisekinin. Netanyahu daxuyanîya Macronî wek şermezarîyekê bi nav kiriye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê salê 3 milyar dolar alîkarîya çekan dide Îsraîlê. Brîtanyayê di meha îlonê de şandina hin çekan rawestandiye.
Macronî herwiha gotiye divê rê li ber berfireh bûna şerî li Libnanê were girtin. Wî dîyar kiriye ku çênabe Libnan bibe Xezeyeka nû.
Çavkanî: Botan Times, Le Monde û AFP
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...