Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Serokatiya Meclisê bang li partiyên siyasî kir ku di 16ê Tebaxê roja Înê saet 15.00an de ji bo Atalayê ku parlementeriya wî hat betalkirin, bicivin.
Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo betalkirina parlementeriya Can Atalay, Parlamenterê Hatayê yê TİPê, Meclîsê bersiva mixalefetê ya daxwaza civîna ser asayî da. Dadgeha Destûrê gotibû ku, “tu hikmê wê biryarê derbarê Atalayî de nîne.”
Serokatiya Meclisê bang li partiyên siyasî kir ku di 16ê Tebaxê roja Înê saet 15.00an de ji bo Atalayê ku parlementeriya wî hat betalkirin, bicivin.
Banga civînê bi devkî hat kirin.
Ger di civînê de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Atalay de bê xwendin, divê pêvajoya şûnve vegerandina parlamenteriya wî dest pê bike.
Biryara bi hincet a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya derbarê Can Atalay ê ku ji Partiya Karkeran ya Tirkiyê (TÎP) wek parlamenterê Hatayê hatibû hilbijartin û li Meclîsê parlamenteriya wî hatibû betalkirin, di 1ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara betalkirina parlementeriya Can Atalay a li meclîsê hat xwendin, gotibû ku tu hikmê wê biryarê nîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...