Mektûba Guhdar D. - Hesreteka Absûrd

Mektûba Guhdar D. - Hesreteka Absûrd

Gava pir berîya yekî bikim nikarim rakevim; bi şev şîyar dibim, serê sibe zû radibim, nikarim rakevim.

Îro jî bi xewa heram roj bi berbangê ra destpê dike. Bi berbangê ra çavên xwe yên jixwe negirtî vedikim. Bo çavên xwe zêdetir vekim diçim mutfaxê û qehweya xwe ya serê sibê. 

Ji mutfaxê dibînim hizûrek heye li derva, dixwazim ew hizûr bikeve hundir, derîyê mutfaxê vedikim. Bi baranê ra hatiye hizûr, wê bêhna wê ya wekî ya çîçekan dikişînim hundirê xwe. 

Çavê min li şala min a li ser masê dikeve, baranê ew şipşil kiriye. Baxçeyê mala min e, serê sibê ye, lê dîsa jî derdora xwe kontrol dikim, kes tune, şala xwe ya şil, şipşil diavêjim stûyê xwe. Sarbûna wê, şilbûna wê min mest dike. Qehweya xwe vedixwim, piçek bîr dikim bêrîkirinê. 

Şala xwe li şûna wê datînim û diçim spora xwe ya berî karê min destpê bike. Bi sporê, bi endorfîna tê bedena min bêrîkirinê piçek din bîr dikim, vedigerim rutîna xwe: Li erebeyê siwar dibim diçim karê xwe, karê xwe dikim, nîvro bi lezûbez diçim Daxqapiyê, zêr lazim e jibo altın günüya me. Altın günü, roja zêrê zer, roja em mehê carê bo zêran bidin hevdu li hev kom dibin. 

Erebeya xwe dîsa wek her car li ber bedena Diyarbekir park dikim û dîsa wek her car heya Tekqapiyê dimeşim. Hez dikim di vê meşê da li însanan binêrim.

Tam ji Tekqapiyê dikevim Sûrê kurikekî 7-8 salî û dîya wî dibînim. Kurik soleka ji nigê wî mezintir, rast û çep şaş pêkiriye. Çaketê wî lê biçûk e, destên wî li derva ne. Dîya wî, pêsîrên wê pir mezin in heta zikê wê daketine, êlegeka sipî li xwe kiriye. Di nigên wê da şimik û goreyên reş. 

Kurik û dîya wî destên hevdu girtine û di sohbeteka pir kûr da ne. Ez meraq dikim sohbeta wan, dixwazim bi wan ra sohbet bikim. Ecêb, absûrd xuya dikin û ez ji samîmîyeta tiştên ecêb û absûrd hez dikim.

Di ber min ra derbaz dibin kurik û dîya wî. Ez jî dewam dikim, dimeşim diçim Çarşîya Zêran. Zêrê tam dipirsim, û bi xwe hesab dikim zêrê nîv û nîvê nîv, zêr daketiye hinekî, zêrê xwe dikirim û vedigerim. Di vegerê da dia dikim, dixwazim kurik û dîya wî bibînim dîsa, lê tunene. 

Vedigerim karên xwe, diqedînim. Diçim altın günüya xwe û di wir ra diçim malê derengê şevê. Derbazî mutfaxê dibim û derîyê mutfaxê vedikim. Hewa sar e. Şala min li şûna xwe ye, şil e hîn. Dizanim şev e, dizanim kes min nabîne,  lê dîsa kontrol dikim derdora xwe û şala xwe ya hîn şil diavêjim stûyê xwe. 

Muzîkeka Tahsîn Taha vedikim ji telefona xwe. Ji çavê min hêsirek tê. Li şala xwe, li halê xwe dinêrim. Çend hêsirên din tên ji çavên min. Sankî ew kurik û ew dayika nîvro min dîtibûn, sankî li wan dinêrim. Çiqas absûrd im. Dikenim jî hinekî, dikenim û digirîm. 

Wek ku ez û bavê min in, wek ku ez zarok im hîn, wek ku min destê wî girtiye û em bi hevdu ra dimeşin, wek ku ez jî wek wî ji dengê Tahsîn Taha hez dikim: Pir bêrîya te dikim Baba. 

Guhdar D. 

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.