Lezgînê Çalî: Keko tê bêyî an ez bêm te bînim?
Piştî Penceşêr ketî di mejîyê hestiyên kekê Lezgîn de tam salek û sê mehan li nexweşxaneyeka Almanyayê mabû. Demekê bi
Piştî Penceşêr ketî di mejîyê hestiyên kekê Lezgîn de tam salek û sê mehan li nexweşxaneyeka Almanyayê mabû. Demekê bi tenê ji malbatê min agahî distand. Paşê bi peyamên kurt ên dengî min jê re digot çawa yî. Wî jî bi “dengekê bêhal” bi çend gotinan behsa xwe dikir.
Min nedikarî jê bêxeber bim. Lê her cara me diaxaft jî şûn-xencerek li dilê min û kevirek li barê li ser pişta min zêde dibû.
Hefteya borî telefona min bi dengê xêrê banî min kir. Dema min vekir. Lezgîn yekser bi dengekê gelek aza û zelal axivî.
“Elo! Keko çawe yî?”
Dema wî ev gotinên herî ji rêzê yên rojane gotî li ser pêyan bûm. Hêdîka rûniştim ser kursîkekê. Du sê saniyeyan sekinîm. Rûyê min germ bû. Hinekê min nekarî biaxivim. Ji beriya bersiva wî bidim min bi kelecaneka digel hestên tevlihev gotê:
“Dengê te gelek xweş tê. Tu baş î?”
“Erê keko baş im hatime li malê me tê kengê bêyî?”
Ez di halê xwe de mam û min xwe dibare kir.
“Dengê te gelek xweş tê! Tu baş î? Ma ne?”
“Erê keko Elhemdulîllah. Ka tê kengê bêyî?”
“Dengê te… Ji dengê te dîyar e tu baş î!”
“Elhemdulîllah!”
“Ez ê vê hefteyê bêm.”
“Ser çavan bihêyî…”
Dîmenekê ji zarokatiya min e ku sofîyekê pişt-qof ê li quncika mizyefta Gundikê Melî rûniştî, bi şeqe şeq libên tizbeyî bi nîzamî dida pey hev û bi pistepistê selewat rêz dikirin. Ez jî carinan dikarim gotinan lib û lib danim ber hev û bi rîtma selewatbêjî hespê axiftinê bibezînim. Lê vê carê tizbê min qetayî bû û libên gotinan pirtûbilav bûbû.
Min yekser telefon girt.
Pêleka girîyî da ser min. Xwedê gelek caran ji rehm û kerema xwe xeberên xweş kirine nesîbê min. Lê di hemî heyata min de cara yekê bû ku bi agahiyeka xweş hêsir ji çavên min dihatin xwarê. Belkî jî ji ber di demekê dirêj de dil û rihê min bi xema wî dihat hingavtin. Min hay ji pêvajoya başbûna wî nebû û ji nişkê ve bi wî dengî û wê enerjiyê bakiribû min(telefonî min kiribû). Ji be wê ketibûm valahîyekê…
Ji xwe çend rojekê ji beriya mejîyê hestiyên birayê wî bi emeliyatê bidin wî di telefonê de got “heger her tişt baş biçe…”
Ew “heger” ji çîyayekê girantir bû… Min qet nedixwest li ser “heger”eka nexweş bifikirim.
Wek hemî mirovên ji dozekê bawer kirî, divîya min jî girêya li gewriya xwe qurt bikira. Divîya li xebatên Kurdî vegeriyam. Lê ne mimkin bû ku tişteka Kurdî binivîsim û şîroveyeka Lezgînî neyê bîra min û ew girêya min daqurtandî neyê li nava gewya min hêlîna xwe çêneke.
Piştî axiftinê (û girîyî) min jê re bi WhatsAppê nivîsî:
“Çi qas dengê te yê başbûyî rihê min jî baş kir. Wê deqîqeyê wek tu ji ber baran û tofanê xwe bigihînî mala xwe ya germ û ewle bû… Min hay jê nebû ku mana li benda xebereka xweş barekê çend giran bû. Şikir ji Xwedê re.”
Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.
Bûltena belaş bistîneTu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...