Merheba 968 xwendevanên me, merheba Ghost, xatirî te WP
Li dinyayê ji her 100 malperan 42 malper li ser sîstema Word Pressê hatine avakirin. Dinyayeka fireh e û gelek sepan tê de ne lê barê wê giran e û parastina wê zehmet e. 167 hezar caran êrîşên şikênandina malpera me hat kirin me bar kir. Em derbasî sîstema Ghostê bûn.
Ji bo we malperek hebe kurtasî hûn hewce sê tiştan in.
Yek, domain (sîstema tescilkirina navê malpera we, mesela: Godaddy)
Dido, hosting (sîstema qeydkirina agahiyên we, bîrgeha ji bo hemî nivîs, vîdeo û wêneyan, mesela: Hostinger)
Sê, CMS (Sîstemên birêvebirina naverokê, Mesela: Wordpress û Ghost)
Kurt û kurmancî da tu lînkeka malpera xwe bitikînî pêşiyê ji domainan divê navê te hebe. Dema te ew lînk tikand da ew lînk te bibe naverokê divê CMSya te hebe. CMS (Sîstema Birêvebirina Naverokan) wê derfetê dide te ku tu naverokan li bîrgeha dîjîtal zêde bikî û hefsarê wê yê dîjîtal (lînk) bi navnîşana dîjîtal (domain) ve girê bidî.
Di meha dawiyê de li gor JetPacka Word Pressê 167 hezar caran êrîşên têketina malpera me hatine kirin. Heta min daneyên me bar kir gelek fotoyên me têk çûn beşa Ingilîzî ket!
Ez di wê baweriyê de me ku piştî her ketinê Xwedê şansê rabûnê dide. Divîya me sîstema xwe biguhertiya êrîş germ bûn.
Ghost sistemeka taybet e ku ji bo rojnameger û weşangerên serbixwe hatiye avakirin. Gelek bileztir e, ewletir e û entegreyî sîstema navxweyî ya bûltenan e.
Me vê hefteyê, li dinyayek û sîstemeka nû dest bi karê xwe kir. Me 80 kes manuel li sîstema abonetîyê zêde kir, 122 kesan jî bi xwe, xwe li sîstemê zêde kirine. Jimara aboneyên bûltena me bûye 202!
Dema ez vê nivîsê dinivîsim jimara xwendevanên me bûye 968 bibin aboneyê bûltenê, bila me hay ji hev hebe.
Da em bûltenên belaş bişînin ji kerema xwe re navê xwe binivîse