OpenAIyê ragihand: Bernameya Hişê Çêkirî malperek Hack kiriye - DW
Şirketa OpenAIyê ragihand ku modela wan ya Hişê Çêkirî di ceribandineka li qadeka ewle de ji kontrolê derketiye. Modela nû
Şirketa OpenAIyê ragihand ku modela wan ya Hişê Çêkirî di ceribandineka li qadeka ewle de ji kontrolê derketiye. Modela nû ji xwe re armancek diyar kiriye û êrîşa sîber biriye ser malperekê.
Şirketa OpenAIyê diyar kir ku modelên GPT-5.6 û modeleka nû ya nehatî belavkirin tevlî vê bûyerê bûne. Modela Hişê Çêkirî di hawirdoreka kontrolkirî de dihat ceribandin. Ji ber ku ewlehîya xurt hebû rêya torê li ber modelê girtî bû. Modela Hişê Çêkirî di xaleka ceribandinê de rêya girêdana torê dîtiye û av lê nevexwariye. Yekser ketiye nav torê.
Modela Hişê Çêkirî pişt re biryar daye ku êrîşê bibe ser platforma Hugging Faceê. Ev platform ji bo berhevkirina daneyên Hişê Çêkirî tê bikaranîn. Modela OpenAIyê ji bo vê êrîşê agahîyên nasnameyan ji dizîyî ve bikar anîne. Modela nû gelek rêbazên cida yên êrîşê li pey hev bikar anîne. Platforma Hugging Faceê jî hefteya borî ev êrîş piştrast kiribû.
Şirketên navneteweyî ji ber van metirsîyên sîberê gavek bi paş de avêt. OpenAI û şirketa Anthropicê belavkirina modelên xwe yên nû bo demekî rawestandin. Ev modelên nû dikarin sîstemên ewlehîyê yên girîng bişkînin.
Çavkanî: DW
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...