Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Mark Zuckerbergî biryar daye ku bernameya rastîaxaftina Metayê ya derewkuj bidawî bike. Wî di daxuyanîyeka xwe de gotiye ku vê bernameyê zêde sansûr pêk aniye û divê Meta vegere ser prensîbên xwe yên destpêkê.
Rêvebirê giştî yê Metayê helwesta xwe ya berê guhert. Wî dev ji lêborînxwestinê berda û biryar da ku vegere ser prensîbên xwe yên azadîya derbirînê. Zuckerbergî ev biryar di civîneka roja Sêşemê de ragihand.
Di sala 2016ê de, piştî hilbijartina serokê Amerîkayê Donald Trumpî, gelek nûçeyên sexte li ser Facebookê belav bûbûn. Wê demê Zuckerbergî lêborîn xwestibû û soz dabû ku ew ê bi sazîyên rastîaxaftinê re bixebite. Lê niho, piştî 8 salan, rêvebirê 40 salî rêyeka nû hilbijartiye.
Du rêvebirên payebilind ên Metayê diyar kirine ku Zuckerberg bi vê biryarê kêfxweş e. Li gorî wan, Zuckerbergî gotiye ku moderasyona zêde ya piştî hilbijartina 2016ê şaşîyek bû.
Di sala 2018ê de, Facebookê rê dabû belavbûna axaftinên nefretê li dijî Rohingyayên Myanmarê. Piştî vê bûyerê, Zuckerberg neçar mabû ku tîmên moderasyonê zêde bike. Lê niho wî dev ji vê polîtîkayê jî berda.
Kesên nêzîkî Zuckerbergî dibêjin ku ew di bingehê xwe de libertaryen e. Di destpêka avakirina Facebookê de, wî tim pirtûkên li ser azadîya derbirînê dixwendin. Niho jî ew dixwaze vegere ser wan prensîban.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...