MLSA: Rêjeya girtina rojnamegeran a ji berya mehkemekirinê %560 zêde bûye
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) rapora xwe ya salane ya sala 2025ê belav kiriye. Di raporê de hat diyarkirin
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) rapora xwe ya salane ya sala 2025ê belav kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku girtina rojnamegeran a beriya mehkemekirinê bi rêjeya ji sedî 560 zêde bûye û tawanbariya endamtiya rêxistinê wek amûreka sereke ya fişarê hatiye bi kar anîn.
Desteya Hiqûqê ya MLSAyê di nava salekê de parastina 55 rojnamegeran pêk anî û parêzerên dezgehê beşdarî 461 rûniştinên dadgehan bûn. Di vê serdemê de, komeleyê, 30 serlêdan li Dadgeha Destûra Bingehîn û 3 serlêdan jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk anîn. Di encama van hewldanan de, biryarên beraetê ji bo gelek rojnamegeran hatin dayin.
Piştî desteserkirina Şaredarê Stembolê Ekrem İmamoğlu di 19ê Adara 2025ê de, pêleka berfireh a çewisandinê li dijî nûçegihanên ku xwepêşandan dişopandin dest pê kir. Rojnameger Yasin Akgül, Bülent Kılıç û Zeynep Kuray di serdegirtinên sibehê de hatin girtin, lê piştî nerazîbûna parêzerên MLSAyê hatin berdan û di dawiyê de beraet kirin. Di heman demê de, rojnamegerê Swêdî Joakim Medin jî li balafirgehê hat girtin û piştî hewldanên hiqûqî hat berdan û vegerî welatê xwe.
Di meha Sibatê de di operasyonên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, rojnameger Elif Akgül û Yıldız Tar hatin girtin. MLSAyê parastina her du rojnamegeran kir. Elif Akgül piştî 101 rojan û Yıldız Tar jî piştî amadekirina îddianameyê hatin berdan, her weha rojnameger Ercüment Akdeniz jî piştî 243 rojan ji girtîgehê derket.
Dadgeha Destûra Bingehîn li ser serlêdana ji bo rojnameger Sedat Yılmaz biryareka dîrokî da û ragehand ku danîna biryara nihênî li ser dosyeyên lêpirsînê binpêkirina mafê ewlehiyê ye. Dadgehê her weha mafdarî da rojnameger Hayko Bağdat û Neşe İdil û tespît kir ku azadiya ramanê ya van karkeran hatiye binpêkirin. Di asta navneteweyî de jî DMMEyê biryar da ku mafê rojnameger Burcu Özkaya Günaydın hatiye binpêkirin.
Desteya Çavdêriya Mehkemekirinê ya MLSAyê li zêdetirî 25 bajaran çavdêriya 287 dozan pêk anî. Di rûniştinan de tawanbariya herî zêde "endamtiya rêxistina terorê" bû ku di 13 dozan de hat bi kar anîn. Di nava salê de dadgehan cezayên giran dan rojnamegerên wek Fatih Altaylı, Merdan Yanardağ û Bahadır Özgür.
Projeya FreeWeb a MLSAyê diyar kir ku di sala 2025ê de sansûra li ser înternetê gihîştiye asteka nû û hinceta "ewlehiya neteweyî" herî zêde hatî bi kar anîn e. Di raporê de hat belgekirin ku herî kêm 1,306 naverok û 3,330 lînkên înternetê hatine astengkirin, ku di nav wan de nûçeyên li ser astengkirina Roblox û platforma KAOS GLyê jî hene.
Çavkanî:
Botan Times Rapora Salane ya MLSAyê ya 2025ê (2025 Annual Report-1.pdf)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...