Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Li Tirkiyeyê di meha Çileyê de 18 rojnameger hatine desteser kirin û 9 ji wan hatine girtin. Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), derbarê 42 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Polîsan di 17ê Çileyê de bi ser şîrketên produksiyonê yên Guncel û Martiyê de girt û di çarçoveya heman lêpirsînê de li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê jî operasyon pêk anî. Di encama operasyonê de rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Kavrar, Velat Ekîn, Necla Demîr Arvas, Vedat Oruç, Ahmet Guneş û Eylem Babayîgît hatin girtin.
Di 43 dosyayan de 102 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin darizandin. Di encama van darizandinan de ji 12 rojnamegeran re 31 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Midûra Nûçeyan a Jinnewsê ya Berê Sofya Alagaş ji ber dozên têkildarî serdema rojnamegeriyê 6 sal û 3 meh ceza girt.
Parlamenterên AKPê Atay Ûslû û Alî Ozkaya û 133 parlamenter di 10ê Çileyê de teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber a nû pêşkêşî Meclisê kir. Teklîf di 15ê Çileyê de li Komîsyona Parastinê ya Meclisê hate qebûlkirin. Qanûn ji kesên nûçeya "parvekirina daneyan" çêdike re ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê dide.
Di meha Çileyê de hesaba Ajansa Mezopotamyayê (@MAturkce), hesaba JINNEWSê (@jinnewsturkce) û hesaba rojnameya Yenî Yaşamê (@yeniyasamgazete) di nav de 31 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin. Her wiha xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hate astengkirin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...