B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê 4 caran midaxeleya bazarê kir jî dîsa dolar li hember lîreyê Tirkî bi 16.10 lîreyan rekoreke nû şikand. Euro jî 18.20 lîreyê Tirkî derbas kir. Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî berdewam e.
Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûnê rêjeya faîzê careke din jî daxist û rêjeya faîzê daket bo %14an. Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.
Piştî biryarê lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest da û di 5 deqîqeyên destpêkê de dolarek ji 15.10 lîreyan derket 15.52 lîreyan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...