Nivîskarê Botan Timesê, di Kongreya Zanistê ya Kanadayê de xelat stand
Nivîskarê Botan Timesê Tevfik Bayramî di 3. Kongreya Zanistê ya Kanadayê de di gel hevkarên xwe Thea Demmers û Thierno Oumarî xelata "Mention D'Honneur" (Xelata Rûmetdayinê) standiye.
Bayramê ku li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê doktorayê dike li ser Saxlemîya Civakî ji bo Botan Timesê her du hefteyan carekê dinivîse.
Bayram îsal ji bo bûrsa herî bilind a Hikûmeta Kanadayê li hemîya welatî bûbû kesê duyem û ew bûrs standibû.
Dr. Tevfik Bayramî beşa Tiba Ingilîzî û pisporî li Zanîngeha Marmarayê, master li Zanîngeha Ibrî ya Îsraîlê kiribû. Lêkolîna wî ya li Îsraîlê li kovara zanistê ya Zanîngeha Oxfordê hatibû weşandin.
Piştî lêkolîna wî ya li Zanîngeha Bernê ya Swîsrayê, li Tirkiyeyê Xelata Lêkolîna Zanistî ya Herî baş standibû.
Bayram ji herêma Botan, ji Gundikê Melî yê Şirnexê ye.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/tevfik-bayram-3.html
Très honoré d’avoir reçu la mention d’honneur pour notre affiche au IIIe Congrès scientifique du @cresp_sante Je suis encore plus heureux d'avoir partagé les prix avec mes coéquipiers @TheaDemmers & @fofthierno; L'équipe de @Lara_Gautier.Merci également à ma directrice K.Frohlich pic.twitter.com/e3NVLPPPFG
— Tevfik Bayram, MD (@tewfiqhacibeyri) September 29, 2023