Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed e polîsan li 21 bajaran bi ser malan da girtin.
Di encama serdegirtinan da rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav da zêdeyî 150 kes hatine desteserkirin.

Serdegirtinên li 21 bajaran li Amedê ji aliyê girseyeke ve hate protestokirin.
Partiya Çepên Kesk bi tevî gelek sîyasetmedar û welatîyan, ji bo kesên hatin desteserkirin li Kolana Hunerê ya Amedê kom bûn.
Girseya ku xwest operasyonê bi meşekê protesto bike, bi astengiya polîsan ra rû bi rû man.

Polîsan destûr neda meşê û di navbera polîs û komê da rageşî derketin.
Piştî demeke tenê ji bo daxuyaniyê destûr hate dayîn.

Hevberdevkê Partiya Çêpên Kesk Îbrahim Akınî li gel astengiya polîsan daxuyanî da û got;
"Hunermend, parêzer, rojnameger, hatine desteserkirin. Em ji vir bang li desthilatdariyê dikin. Ev komployeke hilbijartinê ye. Va em ji we ra dibêjin, em li pêşberî we gotina xwe tînin ziman. Ji gelê me ra soza me heye, em ê we bişînin. Hûn ê di 14ê Gulanê da biçin."
Îbrahim Akın

Piştî daxuyaniyê polîsan mûdaxaleyî girseyê kir û herî kêm du kes hatin desteserkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...