Parêzer Ok: Dadgeha Bingehîn divê heman biryaran bo rojnamegerên kurd jî bide
Parêzer û dîrektorê hevbeş ê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok dibêje; "Dadgeha Bingehîn biryarên ku ji bo rojnemegerên tirk dide, divê ji bo rojnamegerên kurd jî bide.
Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser navê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz serî li Dadgeha Bingehîn (AYM) daye.
Edîtorê MAyê Sedat Yilmaz 3ê Gulanê bi îdîaya 'endamtîya rêxistinê' hatibû girtin. Yilmaz, di dema desteserkirinê da li ber çavên hevjîna xwe û zarokên xwe rastî tundîya polîsan hatibû.
MLSAyê ji bo rojnameger Yilmaz serî li Dadgeha Bingehîn da.
Parêzer Veysel Ok, derbarê serlêdana dadgehê da ji Botan Timesê dibêje;
"Doza Yilmaz rasterast doza rojnamegeriyê û azadiya derbirrînê ye û divê demildest were lêkolan û encamdan."
Parêzer Veysel Ok

Parêzer Veysel Ok, diyar dike ku rojnameger Yilmaz di dema desteserkirinê da li gel qedexeya “îşkence û miameleya xerab” a di Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de rastî îşkenceyê hatiye. Ok beyan kir ku wan di serlêdana xwe da ev tişt anîne ziman.
"Ji ber kurdbûn û muxalifbûna xwe hatiye girtin"
Xebatên rojnamegerîyê yên Yilmazî ji bo girtina wî bûbûn sedem.
Axaftinên wî yên telefonê û navaroka nûçeyên wî ji aliyê dadgehê ve wekî xebatên bo rêxistinê hatibûn pênasekirin.
Li gor Parêzer OK, Yilmaz ji ber sedemên polîtîk, kurdbûn û muxalifbûna xwe beriya hilbijartinan hatiye girtin. Ev yek jî weke binpêkirina xala 18emîn a PMMEyê hate nîşandan.
Parêzer û dîrektorê hevbeş yê MLSAyê Veysel Ok, di axaftina xwe da biryara Dadgeha Bingehîn (AYM) a derbarê rojnameger Denîz Yucel da bibîr dixe û dixwaze heman biryar bo rojnamegerên kurd jî bê dayîn.
Dadgehê, ji bo rojnameger Yucel biryara binpêkirina "azadiya ewlehîya takekesî" û "azadiya çapemeniyê" dabû. Herwiha cezayê 25 hezar lîre tazmînatê li Tirkîyeyê birrîbû.

"Tu ferqa van rojnamegerên kurd yên girtî ji Yucel nîne. Ew jî ji ber kar û xebatên xwe hatine girtin. Sibata 2022yan me doza Cemîl Ugur jî bir dadgehê, ku ji ber nivîsîna nûçeya 2 gundîyên ji helîkopterê hatî avêtin, hatibû girtin. Dadgeha Bingehîn gotibû, “maf û ewlehiya wî ya şexsî” hatiye binpêkirin û hikûmet mehkûm kiribû.
Ji ber wê em bi hêvî ne ku do doza Yilmazî da jî ji dadgehê biryara binpêkina mafan bê girtin
Parêzer Veysel Ok