Piştî 13 mehan rojnamegerên kurd êdî azad in!

Share
Piştî 13 mehan rojnamegerên kurd êdî azad in!
IMG_8337

Li Amedê piştî 13 mehan 15 rojnamegerên kurd di yekemîn rûniştina dozê da serbest hatin berdan.

Piştî temambûna parastina rojnamegeran, heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Serdar Altan, Azîz Oruç, Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn da.

Rojnamegerên ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin êdî azad in.

Kêfxweşîyeka taloqkirî ya 13 mehan

Piştî biryara tehlîyeyê malbatên rojnamegeran bi çavên girî li ber edlîyeyê kom bûn. Ji ber kêfxweşîya derketina hezkiriyên xwe nedizanîn ka dê çi bikin.

Nas û nenas, herkesê li ber dergehê dadgehê hevdu himbêz dikirin. Kêfxweşîya malbat û hempîşeyên rojnamegeran li ser rûyên wan dîyar bûn. Herkes rûken bûn. Ji ber ku ev kêfxweşîyaka taloqkirî ya 13 mehan bû.

Di destê gelek kesan da telefon hebûn û agahî berhev dikirin. Bi lez û bez dixwestin ku vê agahîya xweş bi hezkiriyên xwe ra parve bikin.

Parêzerê rojnamegeran Resul Teymur li ber edlîyeyê daxuyanîyeka kurt da rojnamegeran.

Girtina 13 mehan îro bi dawî bû. Me ji roja ewil de zanibû ku hemû rojnamevan in û ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine darizandin. Wan li hemberî heyeta dadgehê jî rojnamegerî parast in. Di dawiya 13 mehan da derket holê ku rojnamegeran ji bilî xebatên xwe yên pîşeyî tiştekî din nekirine."

Resul Teymur

Piştî daxuyaniyê heval û hezkiriyên rojnamevanan ji bo girtina wan, berê xwe dan Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.

Çi bûbû?

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê da, 8ê Hezîrana 2022yan polîsan bi ser hejmarek malan de girtibûn. Di encama operasyonê da 20 ji wan rojnamegeran, 22 kes hatibûn desteserkirin. Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.

Read more