Platforma Ciwanên Serbixwe dê sonda kurdî bixwe
Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) dê sonda kurdî bixwe.
Endamên PCSyê li ser hesaba xwe ya Xê daxuyanîyek belav kirin ku ew destnîşan dikin dê sonda Bi Navê Xwedayê Kurdistan bixwin.
Ew, cîhanbînîya xwe Tewhîd, îdeolojîya xwe Kurdistan (welatparêzî) û metoda xwe ya têkoşînê jî wekî Berxwedana Pasîf bi nav dikin.
Wan bi kurdî (zazakî, kurmancî), tirkî û ingilîzî agahîyên çalakîya xwe ya protestoyê belav kirine.
PCS, dê çalakîya xwe ya ewil ya protestoyê ya bi navê Sonda Jîyana bi Kurdî meha Mijdarê li Qada Şêx Seîd, li Amedê bikin.
AGAHDARÎ BO ÇALAKÎYA PROTESTOYÊ
— Platforma Ciwanên Serbixwe (@PCSerbixwe) October 1, 2023
Navê Çalakîyê: "SONDA JÎYANA BI KURDÎ"
Cih: Amed, Meydana Şêx Seîd
Dîrok: Meha Mijdarê, 2023
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Demeka dirêj e em wek "Platforma Ciwanên Serbixwe" ji bo danîna rêbazeka nû ya neteweyî bi taybetî di nava ciwanan da… pic.twitter.com/3FEVjo0Lce