Portreya rojnamegerekî kurd: Hafız Akdemir
Rojnameger divê ne tenê di serdemekê da nûçeyan ragihînin, ku sînor ji holê rabûne û amûrên ragihandinê dinyayê piçûktir dikin, herwiha divê wê coşa ku nûçeyê baş, rast, berfireh û bihûrgilî radigihîne hîs bike.
Selahattin Bulut, Gülüşün Özgürlüğümdür: Hafız Akdemir

Di hemû qonaxên dîroka çapemeniya kurdî da, karê rojnamegerên kurd bi zehmet û talûke bûye. Wexta ku ew li ser karên xwe bûne, bi mirinê re rûbirû mane û gelek caran jî dijminên wan ew kuştine.
Rojnamegerên hatî qetilkirin yên wekî Apê Mûsa, Ferhat Tepe, Hafız Akdemir û Şîfa Gerdî tenê hin şexsiyet in ku em dizanin. Gelek navên din yên veşartî hene ku bi rojnamegeriya kurdî re mijûl bûne û hatine kuştin.
Çend roj berê li Tetwana Bilîsê êrişa li ser rojnamegerê kurd Sinan Aygül hêj di hişê me da ye. Her ku diçe êrîşên bi vî rengî jî zêde dibin û tu roj tune ye ku em nûçeyên bi desteserkirin, girtin û lêdana rojnamegeran nebihîsin.
Di vê nivîsarê da, em ê bala we bikêşin ser portreya rojnamegerekî kurd Hafız Akdemir, ku hewil daye di salên 90î da li bajarê ku lê hatiye dinyayê karê rojnamegeriyê bike û her ji ber vê sedemê, ji ber rojnamegeriya xwe jî hatiye kuştin.
Hafız Akdemir yek ji wan rojnamegerên Kurd bûye ku di serdemekê sext da li Amedê rojnamegerî kiriye. Berê vî karê xwe jî ew bi siyasetê re eleqeder bûye û ji ber karên xwe yên siyasî wextekî dirêj hatiye zindankirin.
Hafız Akdemir û Rêxistina KUKê
Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê (Kürdistan Ulusal Kurtuluşçuları - KUK) di navbera salên 1977-1980an de, li Bakurê Kurdistanê, di nav gundî û karkeran da wekî rêxistineke bihêz tê zanîn. KUK, yek ji wan tevgerên kurdî ye ku ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-B) veqetiyaye û bûye hêzeke serbixwe.
Di wextê xwe da ev rêxistin li Mêrdîn û Amedê berçav bûye. Bi darbeya 12ê Îlonê re KUK ji qeweta xwe ketiye û dû re jî bûye du perçe.

Rojnameger Hafız Akdemir berî ku rojnamegeriyê bike, di nav refên KUKê da cih girtiye. Ew li dora dawiya salên 1970î li Amedê xebatên vê tevgerê re mijûl bûye. Lê belê dema ku ji ber hin sedemên fikrî rêxistina KUKê bûye du perçe, wî giraniya xwe daye ser Kürdistan Ulusal Kurtuluşçuları Sosyalist Eğilimlerê (KUK-SE) û bi wan re karên xwe yên siyasî berdewam kiriye. Her wiha hin nivîsên rojanemeger Akdemir di rojnameya KUK-SEyê ya Rêya Şoreşê da belav bûne. Hêjayî gotinê ye ew yekem kes e ku bi navê KUK-SEyê parastina xwe ya siyasî li dadgehê kiriye.
Salên Zindanê yên Hafız Akdemir
Rojnameger Hafız Akdemir piştî 12ê Îlonê bi rêxistina xwe ve berê xwe dide Başûrê welêt, lê belê piştî wextekî şûnde vedigere Amedê û biryar dide xebatên xwe li wir berdewam bike. Ew tê Amedê lê di sala 1984an tê girtin û heft salan di zindanê da dimîne. Di van heft salan da Akdemir, li zindanên Amed, Eskişehir, Aydın û Uşakê dimîne.

Hevalê Hafız Akdemir, Selahattin Bulut di pêşgotina pirtûka Gülüşün Özgürlüğümdürê da ku îthafê wî dike, behsa hin xisletên hevalê xwe dike û derbarê Akdemir da wisa beyan dike; “Hafız ji sê tiştan gelekî hez dikir; paqijî, werziş û xwendin.” (r.10) Herwiha em bi wesîleya vê pirtûkê dizanin ku Hafız Akdemir di salên xwe yên zindanê du kovarên bi navê Heyamola û Kardelen jî hazir kirine û bi dizî ew derxistine derveyî zindanê. Kovara Heyamolayê edebî, kovara Kardelenê jî kovara zarokan bûye ku Hafız Akdemir amade kirine.

“Rojnamegerî pêşpaziyek e. Ev pêşpazî him bi hempîşeyên xwe re him jî bi zemanî re ye. Ji bo rojnamegerekî 24 saet tevahiya jiyanê bixwe ye.” (r.119)
Qonaxa rojnamegeriya Hafız Akdemirî li Amedê
Hafız Akdemir dema ku ji zindanê derdikeve ji karên xwe yên siyasî jî dûr dikeve û giranî û bala xwe dide ser rojnamegeriyê.
Ew di rojnameyên Yeni Ülke û Özgür Gündemê da dixebite û li Amedê dikeve bin berpirsyariyeke zehmet. Tevî ku Hafız Akdemir bi awayekî îdeolojîk ne nêzî van herdu rojnameyan jî be, ji ber ku bi rêya van rojnameyan dikare nûçe/nivîsên xwe belav bike, bi wan re dixebite.

“Nûçegihan lêkoler e, rastiya li pişt nûçeyê digere û dibîne. Mecbûr e ku derbarê nûçeyê da agahîyan bide xwînerên xwe.” (r.119)
Hafız Akdemir di dema xwe ya rojnamegeriyê da, li ser gelek babetên eleqedarî kurdan yên wê demê nivîsar nivîsîne û nûçe amade kirine. Em bi rêya van metnan têdigihijin ku Akdemir bi çavekî lêkoleriyê nêzî bûyeran bûye û di amedekirina wan da xwestiye bûyerê di cih da bişopîne û bi awayekî nûçe-çîrokî wan bigihijîne girseyan.
Hafız Akdemir çendîn car ji ber vî karê xwe hatiye tehdîtkirin, jê xwestine ku ew dev ji vî karê xwe berde. Lê belê wî guh nedaye van gef û guvaşên wan û heta roja dawiyê hewl dide rojnamegeriyê bike, heta wê roja ku ji mala xwe derdikeve û li ber deriyê ofîsa Özgür Gündemê rastî êrişeka hovane tê û canê xwe ji dest dide.

Çavkanî:
Selahattin Bulut, Gülüşün Özgürlüğümdür: Hafız Akdemir, Doz, İstanbul, 1994.