Roja Newé û yekemîn çîroka zazakî

Share
Roja Newé û yekemîn çîroka zazakî
NIVÎSKAR - ŞABLON (7)

Rojnameya Roja Newé di roja 15 gulan 1963 de li Îstanbulê ji alîyê roşinbîrê kurd Doğan Kılıçî ve hatiye derxistin. Tenê hejmarek derketiye, çimkî dewletê hem weşana rojnameyê qedexe kiriye hem jî fişar danîye ser Doğan Kılıçî û ew tewqîf kiriye.

Rojnameya Roja Newé

Di kunyeya rojnameyê de ev agahî hene:

ROJA NEWE

Ayda bir Kürtçe ve Türkçe çıkar. Edebi, fikri ve siyasi gazete.

Sahibi: Doğan Kılıç S. Şıhhasananlı

Mesul Müdürü: Halil Kılıçkaya

Umum Neşriyat Müdürü: Hasan Buluş

Diyarbakır temsilcimiz: Abdurrahman Efem

Ankara temsilcimiz: Selim Hangül

Siverek temsilcimiz: Zülkif Karahan

İdarehane: Cağaloğlu, Nuruosmaniye Cad.No: 81/6 Emek İşhanı, Kat 1, İstanbul

Basıldığı yer: Sıralar Matbaası

Pirranîya nivîsên rojnameyê bi zimanê Tirkî ne lê nivîsên bi Kurdîya Kurmancî û Kurdîya Zazakî jî hene. Doğan Kılıçî di rûpela 8an ya rojnameyê de her du diyalektên Kurdî wek zimanek pênase kirine û bi sernavê “Kürtçe Kelimeler Listesi” ferhengekek danîye. Ji bo Kurdîya Kurmancî gotiye “Kürmancice Lehçesi”, ji bo Kurdîya Zazakî jî gotiye “Zazaca Lehçesi”. Ev pênasekirina rast ji bo me gelek hêja ye.

Di rûpela çaran ya rojnameyê de gotinên straneka folklorîk ya bi Kurdîya Zazakî hene û di rûpelên 4-5 de jî çîrokek bi sernavê “Maceraya Silêmanê Gince” heye. Hinek kes îtîraz dikin dibêjin ev mesele ye, lê em dikarin wek yekemîn çîroka edebîyata modern ya Kurdîya Zazakî bihesibînin. Min ev çîrok wisa wergerand ser Kurmancî:

MACERAYA SILÊMANÊ GINCO

Silêmanê Ginco di hezar û neh sed û sî û heşt de, di Hereketa Dêrsimê de nefî bû. Hat wîlayeta Çanaqelayê. Ji wir jî [wî] dan qezaya Bayramîçîyê. Rojekê qaymeqamê Bayramîçîyê hemî nefî berhev kirin. Ji wan re got:

- Emirê hukmatê heye, li vir em milk didin we.

Ji wir Silêmanê Ginco gotin girt, got:

- Qaymeqam beg, baş guh bide ser gotinên min. Li welatê me, li Ergenê, li Surbaxanê, li Maxaçûrê, li Birastîkê*, yanî li van çar gundan milkê min heye. Bîst û pênc hezar darên min yên erûgan hene. Pêncî hezar kok mêwên min hene. Yek jî axûra min hebû, derew nebe, ji vî alîyê de çêleka avis diket hundir, di derîyê din re bi golika şeşmehî re derdiket derve. Naxira min, 25 heb şivanên suwarî diçêrandin. Wê demê ev Munzur jî koleyê min bû.

Ji wê de Munzurî got:

- Be… be… be… be… belê qa… qa… qay… meqam beg, e… e… e… ez ko… ko… ko… koleyê Si… si… si… Silêman axayî me.

Qaymeqamî ji gotinên Silêman axayî bawer kir. Jê re got:

-Silêman axa, qeweta min pê re nagihê ku ez wîlayeta Çanaqelayê bidim. Qezaya Bayramîçî jî ji te re dest nade.

Piştî gotinên qaymeqamî Silêman axa û hevalên xwe derketin derve. Di rê de ji hevalên wî Alîşanî got:

-[Tu] dizanî Silêman axa? Rewteka min heye, [ez] nîkê li serî dixim, di ser Çiyayê Qazdaxî re li Aqdenizê masîyan nêçîr dikim.

Silêman axayî jî [got]:

-Lawo ma tu wê rewtê li kîderê datînî?

Alîşanî jê re got:

-[Ez] li axûra we ya mezin datînim!

Li ser vê gotinê Silêman axa xeyidî. [Got]:

-Belê, belê bira. Eger axureka wisa hebe, [dê] rewteka wisa jî hebe.

[Wisa] got û dû re ji hevalên xwe veqetîya. Hûrik-hûrik vê stranê sitirî:

Çiyayê Munzurê dûman e, pozê mi diricife

Yara mi di ser çiyayan re tê, xebera xêrê tîne

Tu yî, tu yî, tu nû derketî

Bêşlîya** di mil de yî, saeta di stû de yî

Taqeta çokan î, daxwaza dil î.

Wek ku dixuye, eger meseleyeka wisa hebe jî, Doğan Kiliçî ev mesele bi forma çîrokê li hev aniye, yanî bûyerê di formeka fiktion (kurgusal) de qise kiriye. Ji vê çendê, em bi hêsanî dikarin bibêjin di edebîyata Kurdîya Zazakî de ev yekemîn çîrok e.

Têbînî:

*Ev her çar gund li alîyê başûr yanî li alîyê Dêrsimê bi ser Erzinganê ne. Dewleta tirkan navê Ergan kiriye Oğulcuk, navê Surbaxanê kiriye Kılıçkaya, navê Maxaçûrê kiriye Tatlısu û navê Birastîkê jî kiriye Çatalören.  (R.L.)

**Bêşlî: Cûreyek tifinga ku pênc fişek dixwarin.

Read more