Rojnameger Dicle Müftüoğlu hat berdan

Rojnameger Dicle Müftüoğlu hat berdan
690x390cc-amd-29-02-2024-dicle-muftuoglu-davasina-cagri

Hevseroka DFGyê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dicle Müftüoğlu hat berdan.

Danişîna doza Dicle Müftüoğluyê hat lidarxistin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgerî xwest rewşa girtî bidome û şandeya dadgehê biryara tehlîyeyê da

Müftüoğlu 29ê Nîsana 2023yan di encama biserdegirtina malê da hatibû desteserkirin û 3yê Gulanê di Roja Rojnamegeran a Cîhanê da bi hinceta endamtîya rêxistinê hatibû girtin.

Danişîna wê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ew bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin.

Müftüoğlu li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) te li danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn.

Temsîlkarê RSFyê û raportorê medyaya azad yê Bianetê Erol Önderoğlu:

Sedat Yılmaz bereat kir û herçiqas Dicle Müftüoğlu di bin kontrola edlî da be jî, ev geşedan û tehliyekirina wê ya îro bo me cihê dilxweşîyê ye. Lêbelê heta ku rê li ber telîmatên sîyasî û karîgerîyên li ser darazê neyê girtin, em neçar in rûbirûyî van mînakên dilnexweş yên wekî desteserkirina parêzvanên mafan û rojnamegeran bên ku ji ber sedemenên konjonkturel û rewşa sîyasî diqewimin. Par, li Tirkîyeyê 49 rojnamegeran herî kêm rojekê li girtîgehan derbas kirîye, heke em vê yekê li ber çavan bigirin, heta daraza serbixwe û dewleta hiquqî bi temamî neyê tehsîskirin dê dawî li şik û gumanên me neyê. Heke rojnamegerek, ji ber îfadeyên nîvco/bêserûber yên şahidekî aşkera an jî veşartî  hat desteserkirin û bi mehan bêyî ku dengê xwe bigehîne çi kesê li girtîgehê ma, ma kî dê xwe di nav ewlehîyê da hîs bike?

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.