Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Rojnameger Kibriye Evren di encama serdegirtina polîsan a li ser mala wê hat desteserkirin.
Serê sibê polîsan bi ser mala Kibriye Evrenê da girt û ew desteser kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan dest danîn ser telefona Evren a li mala wê lêgerîn hate kirin. Evrena sedema binçavkirina wê nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê. Li aliyê din hate zanîn ku derbarê Evrenê de ji bo 24 saetan biryara sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...