Rûsyayê êrîşeka mezin biriye ser sîstema enerjîyê ya Ukraynayê - The Guardian

Share
Rûsyayê êrîşeka mezin biriye ser sîstema enerjîyê ya Ukraynayê - The Guardian
ukrayna-leşker

Li gorî Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê, wan di roja Noelê de êrîşeka mezin biriye ser sîstema enerjîyê ya Ukraynayê. Di êrîşê de 78 fûzeyên ji hewayî, erdî û deryayî û zêdetirî 106 dronên şer hatine bikaranîn.

Zelenskî: Êrîş ne mirovane ye

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî gotiye ku Putin bi zanebûn roja Noelê ji bo êrîşê hilbijartiye. Hêzên hewayî yên Ukraynayê 59 fûze û 54 dron xistine û 52 dronên dî jî hatine astengkirin.

Nîv milyon kes bê germayî mane

Li herêma Xarkivê nîv milyon kes di germahîya nêzî sifirê de bê germahî mane. Li paytextê Kievê û gelek bajarên dî jî elektrîk hatiye birîn. Li gorî şîrketên enerjîyê, tamîrkirina sîstemê dê demekê bidome.

Bandora li ser welatên cîran

Serokê Moldovayê Maia Sandu ragihandiye ku fûzeyek di asîmanê welêt re derbas bûye. Moldovayê ev êrîş şermezar kiriye û piştgirîya xwe ji bo Ukraynayê dîyar kiriye. Romanîyê jî daxuyanîyek daye û gotiye ku tu fûze di asîmanê wan re derbas nebûye.

Zirarên mirovî û madî

Li Xarkivê sê kes birîndar bûne û li Xersonê jî kesek di 24 saetên dawîyê de miriye. Li Xarkivê avahîyên sivîl zirar dîtine û li gorî şaredarê bajêr Ihor Terekhov, êrîşên fûzeyan berdewam in.

Bandora li ser şirketa enerjîyê

DTEK, mezintirîn şirketa taybet a enerjîyê ya Ukraynayê ragihandiye ku ev sala niho êrîşa 13emîn e li ser sektora enerjîyê û êrîşa 10emîn e li ser tesîsên wan. Rêveberê DTEKê Maxim Timchenko gotiye ku êrîşkirin li ser avahîyên enerjîyê di roja Noelê de karekî hovane ye.

Têkilîyên navneteweyî

Balyoza Amerîkayê ya li Ukraynayê Bridget Brink gotiye ku Rûsya ji bo cara sêyemîn zivistanê wek çekekê bi kar tîne. Papa Francis jî di axaftina xwe ya Noelê de daxwaza aştîyê kiriye û gotiye divê dengê çekan li Ukraynayê bê birîn.

Çavkanî: Botan Times

Reuters

The Guardian

Al Jazeera

Read more