Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Koma şanoya kurdî, Şaneşîn Performans, dê kargeha pandomîmayê li dar bixe. Di vê kargehê da perwerdekar Derya Saglam dê li ser laşî, têgihiştina dîtinê, tevgerên dijber dersan pêşkêş bike.
Koma Şaneşînê, derbarê hûrgilîyên kargehê da li ser hesabên xwe yên medyaya civakî agahî belav kirin.
Di vê lêkolînê da, ku em tê da li ser derfetên laşî lêkolînê dikin, ji teknîkên mîmê yên klasîk dest pê dikin; Armanca me bikaranîna tevgerên dijber ve têgihîştina dîtinê, serdestiya hevsengiyê zêde bikin û şiyana tevgerê ya laşî baştir bikin.
Kargeha pandomîmayê dê 10-11ê Tîrmehê pêk bê û di çarçoveya kargehê da dê 15 beşdar bên qebûlkirin.
Şaneşîn Performans, yek ji komên şanoya kurdî ye ku Sibata 2022yan li Mêrdînê bi pêşengîya çend xemxur û mamostayên kurdî hatîye avakirin. Şaneşîn performansê heta niha lîstikên wekî Bêcir (2022) û Penceşêr (2023) berhem anîne.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/di-ve-listika-xwe-de-me-disa-pista-xwe-da-canda-kurdi-1.html
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...