Sedsalîya Komarê û Kurd: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye
Têkoşîna Sîyasî û Çandî: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.
23yê Gulanê, îro, li ofîsa KSCyê kordînatorê giştî yê KSCyê Reha Ruhavioğlu daxuyanî da çapemenîyê û danasîna xebata KSCyê ya bi navê "Sedsalîya Komarê û Kurd" kir.
Ev xebat, hejmara ewil ya Kürt Kanaat Barometresiyê (Barometreya Qeneatê ya Kurdan) e û ligel 40 aktorên cuda hatîye kirin. Ev aktor xwedîyê fikrên cuda yên sazîyên sivîl, ji medya, akademî û ji gelek qadên din yên cuda ne ku hevpeyvîn ligel wan hatîye kirin.
Hevdîtin di navbera Mijdar û Berfanbara 2023yan hatîye kirin.
Ruhavioğlu bi giştî behsa serenavên xebatê kir û çendîn hurgilî derbarê her serenavî da, ji nava xebatê bo haziran pêşkêş kir.
Xebat di bin 5 serenavan da hatîye dabeşkirin, ji çendîn alîyan ve hatîye nirxandin û destkeftîyên wê hatine destnîşankirin.
Xebat bi giştî ji van serenavan pêk tê: Hilbijartinên 2023yan - Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar, Hilbijartinên Herêmî ji bi kurdan çi îfade dike, Pirsgirêka Kurdî Îro û Pêşeroj, Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn) û Pêşeroja Kurdan - Hêvîyên Ji Sedsala Duyem.
Çend agahî û dane ji nava xebatê.
Hilbijartinên 2023yan - Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar
Şikestina Hêvîyan: Piranîya alîgirên muxalefetê destnîşan diki ku encamên hilbijartinê ne li gorî hêvîya wan bûye û xeyalşikestî bûne.
Şik û Guman: Gelek caran şik û gumanên pêşeroja civaka kurdan û encamên sîyasî yên hilbijartinan tên ziman.
Kerb û Hêrs: Gelek caran ji alîyê beşdaran ve kerb û hêrsa encamên hilbijartinan tê ziman.
Memnunîyet: Encamên hilbijartinan ji bo wan kurdan, ew kurdên ku piştgirîya muxalefetê kirine "ji bo ku ew bi ser xwe ve werin" baş tên dîtin.
Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn):
Înkar û Asîmîlasyon: Tê destnîşankirin ku sedsalî borî, hebûna kurdan hatîye înkarkirin û kurdan li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe daye. Zext û zordarîyên li ser çand, ziman û nasnameyê wekî pirsgirêkên herî giring tên dîtin.
Îhlalkirina Mafên Mirovan: Ji ber polîtîkayên ewlehîyê gelek zehmetî tên dîtin û mafên mirovan tên îhlalkirin.
Têkoşîna Sîyasî û Çandî: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.
Çarçoveya Navneteweyî û Hewlên Dîplomatîk: Tê gotin ku pirsgirêka kurdî di qada navneteweyî da jî bal kêşaye ser xwe û carna di rojeva dîplomasîya navneteweyî da cih girtîye.
Ji bo agahîyên berfirehtir li ser xebatê bitikîne.