[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Al Nassr ya Erebistana Saudî bi transferkirina stêrkê futbolê Cristiano Ronaldo ket rojeva futbolhezan.
Agahîyên ajansên navneteweyî raber dikin ku ew taxima Rîyad ya payxta Erebistana Saudî di 1955an de hatiye avakirin.
Di halê hazir de Al Nassr di Lîga Profesyonele ya Saudî (SPL) de dilîze.
Ew taxim herî dawî di sezona 2018-19 de bûye şampîyon û heta niha 9 şampîyonîyên wê hene.
Bi van şampîyonîyên xwe Al Nassr li dû Al Hilal tê ku ew heta niha di lîgê de 18 caran bûye şampîyon.
Al Nassr dide zanîn ku Ronaldo yê 37 salî dê heta 2025an bilîzê, lê wê heta niha detayeke fînansî nedaye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...