Serdar Şengul, Ferzan Şêr: How Can We Build a Kurdish Public Sphere?
In this article, we spoke with Serdar Şengul and Ferzan Şêr, the hosts and creators of BaneşanPodcast. In this text,
Di vê nivîsa xwe de em ligel pêşkêşkar û berpirsên BaneşanPodcastê Serdar Şengul û Ferzan Şêr axivîn. Di vê metnê de, her du amadekar behsa serboriya xwe ya destpêkirina vê projeyê, motîvasyonên xwe yên sereke dikin. Herwiha behsa hindê dikin ew valahiya ku wan xwestiye di qada podcastgeriya kurdî de tije bikin. Hevpeyvîn bi taybetî balê dikêşe ser hewla wan a ji bo veguhastina mijarên teorîk û akademîk ber bi qada qamûyî ve, da ku wêje û rexne ji tixubên girtî yên akademiyê derkevin û bêtir tev li nîqaşên civakî bibin. Di naveroka nivîsê de, nîqaşên girîng ên mîna avakirin û geşkirina "qamûya edebî" di kurdî de, rola portreyên nivîskaran, derfeta azadiya derbirînê di navberên bernameyê de, û astengiyên ku algorîtmayên dîjîtal ên serdest dixin ber çand û weşangeriya kurdî tên nirxandin.
Engin Ölmez: Fikra bernameyeke wiha berfireh ligel lêkoler û nivîskaran, çawa bo we çêbû, motîvasyon û armanca we ji van bernameyan çi bû? Çi valahî di qada podcastgeriya kurdî de hebû ku we xwest bi vê projeyê tije bikin?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Em her du jî bi rexne û teoriyên edebiyatê re eleqadar in û gelek ji edebiyatê hez dikin. Û çi cara bihatana ba hev me suhbeta xwe li ser edebiyatê, bi taybetî edebîyata kurdî digerand. Rojekê Mukrîme Tepe, yek ji sazkar û rêvebirên Weqfa Banê bû şahidê sohbeta me, weka ku di Meşa Kîso de Selahattin Bulut dibêje "Mukrîme xanim sola xist pîyê xwe", dest bi projeyê kir û em dahv dan navê. Tevî hevalên xwe yên Weqfa Banê ji bo her du serdeman jî mazuvaniya vê bernameyê kirin. Gelek podcastên rengîn hene, piranîya wan jî gelekî baş in, têr û tije ne. Me jî xwest bi rengekî cudatir tev li wan bibin. Ê me bixwe, em du kes in ku bêtir mirov me ji nivîsan nas dikin. Li vir me xwest em wê deqnavendîya akademî û rexneyê bi awakî dengî û bêtir ber bi qamûya giştî ve bidin nîşandan.
Engin Ölmez: Podcastên we xîtabî kîjan koma civakê dikin? Dema hûn mijareke kûr a edebî, mijareke teorîk a edebî an jî dîrokî dikin podcast, hûn hevsengiya di navbera zimanê akademîk û zimanê rojane de çawa çêdikin?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Hin mijarên teorîk û zanistî hene bes aîdê cîhana akademîyê û akademîsyanan e, nemaze di warê fen û teknîkê da. Em bêjin zimanekî taybet ê diktoran heye, ne hewce ye gel pê bizanibe. Lê zanistên civakî ne wisa ne, nemaze jî biwareke mîna huner,wêje û çandê. Çimkî berî ku zanist hebin ev biwarên hanê aîdê xelkê bûn, dûv re pisporê van tiştan ji xwe re kirin mal. Em dibên parikî jî di hewla me ew heye, ev milkkirina zorê li esl û kana wê vegerînin, di gel û şerha ku ji bîr nekin bê zanist jî çendî girîng e. Esil podcastên me bi mebesta ku xîtaba wan kesan bike ku guhdarîya tiştên kurdî dike. Ango bo her kesî ye.
Engin Ölmez: Dema ku hûn wekî karekî berê xwe didin çand û edebiyata kurdî, armanca we ya sereke tenê belgekirin û arşîvkirin e, an afirandina qadeke nû ya nîqaşê ye?Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Esil armanca sereke ew e ku mijarên di biwara teorîk de bi akademîsyanan ve dorpêçkirî bi rengekî sohbetê û her wisa di jargonan de nefetisî be bigihînin girseyeke firehtir a guhdaran. Bi vê yekê re wêje, dozîne û teorîya wêjeyê tevlêkirina bi beşdarên zêde re kirasekî piranîhez û demokratîktir li xwe dike. Û her wisa mijar û nîqaşên li ser wêjeya kurdan bi piranî deqnavendî ne, bêyî ku mirov girîngîya vê yekê bin pê bike, pêdivî pê heye ji wê deqnavendîyê derkeve, bi pêwendeke berfirehtir li ser zemîneke civakî, sîyasî û çandî rûnê. Em dibên belkî me li wê zemînê zêde kiribe. Mebest û motîvasyona me li ser wê yekê bilind bû ku em bi vê boçûnê re hewl bidin ji dêvla ku em wêjeya kurdî her wisa çanda kurdî ji biwareke girtî, teng û taybet ber bi pêwendîyeke edebî ya gerdûnî ve, firehtir nîqaş bikin.
Engin Ölmez: Hûn di nirxandinên xwe da yên li ser nivîskar, lêkoler û civakê çiqas objektîf û rastgo ne, ji bo ku ev objektîvîte pêk bê hûn kîjan qaîdeyan datînîn ber xwe?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Objektîvîtîyeke xwerû û lap jixwe tu carî nepêkan e li cem tu beş û para zanistê. Bêguman em li gor bîr û boçûnên xwe yên rewşenbîrî tevdigerin. Ev jî heye dema mirov gotarek dinivîse an jî xebateke zanistî dike yek ji qaydeyên girîng ên zanistêjî ew ku mirov him li ser xwe, weke pozîsyona lêkolerî bifikre û him jî cih bide nîqaşên dijber. Kêm zêde qaydeyên me li gor fahma me ya zanistê ye ku bi vî rengî ye.
Engin Ölmez: Podcastên we, bi qasî ku min guhdar kirîye û jê fahm kirîye, hûn wekî du kesên çavdêr û rexnegir hereket dikin û di wê çarçoveyê da bernameya xwe bi rê ve dibin, di encama van bernameyên xwe da çi kêmasîyê dibînin di qada edebî û çandî da?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Bi ya me kêmasîya herî mezin nebûne dînamoyeka girseyî ya jixweber e. Erê tiştek heye, dizîvire çerxa çanda kurdî ya modern lê weka ku tekerek bi hemdê xwe bizivîre, da ku nekeve divê her carek kesen tepek lê bixe. Ev tepa jixwerberî ya milka girseyan bi ya me kêmasîya herî mezin e.
Engin Ölmez: Hûn di axaftinên xwe de gelek caran peyva qamûyê bi lêv dikin û em dibînin ku sernavê beşa ewil a podcasta we jî Peydabûn û Bilindbûna Qamûya Edebiyatê ye. Hûn çima ewqas giringî didin vê peyvê û îroroj mirov dikare behsa qamûyekê bo kurdî bike?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Weke ku mijara me ya sereke yê vê serdema duyemîn e jî, weke banetêgiha me ye, qamûya kurdî çiqas geş bibe tiştên girêdayîyê wê yekê jî ew çend geş dibe; berovajîya wê qamûya sîyasî ya ku di ser re tirkî ye, em dikarin bibêjim qamûya tîrkî ya kurdan, ew jî çiqas bê lawazkirin û bandora wê bê şikestin ew çend rê li ber geşedana nîqaşên kurdî vedibe. Her wisa li gel aktorên kurdan yên vê biwara çandî jî ew heye, weke beşeke taybet a zanistê li mijarên çandê dinêrin, çawa ku tiştên tendurîstîyê li fakulteyên tibê têne dayîn ne li kafeyan, kiraseke wisa li berhemên çandî yên kurdî hatîye ferzkirin, wisa biçe dêdi pêş de wek miameleyeke tiştekî nezindî bibîne.
Berî her tiştî divê mirov li wê serdema destpêk û peydabûna biwara qamûyî binêre. Wextê mirov lê dinêre dibîne ku kesin hene ne ji derdorên arîstokrasîya sekuler û dînî ne û her weha bê mal û milk û sermîyan in, ew kesên hanê di derbarê xwe û cîhanê de xwedî raman û pîvanên estetîkî ne. Peyva qamûyî ji vir dertê. Di demê re çawa ku derveyî sazîyên navendî yên dînî û qesrî girseyeke serbixwe çêdibe, di heman demê de li hemberî cîhana dewleta modern jî biwarek peyda dibe ku xelk bîr û raya xwe ya xweser bikaribe derbirîne.
Dema kurd berbehs in hevterîbê perçebûyîna erdnîgarî û sazîyên serwerîyê perçebûyîneke civakî, ramanî û hestîyarî jî lê diqewime. Peydabûn û derkertina biwara qamûyê û hewla me ya ku ev mijar di kurdî de zêdetir bê guftugokirin, her wisa daxwaz û hewesa me mîna ye Osîrîsê mîtolojîyê, werin em parçeyên laşê xwe yê belavbûyî carekî din li hev bicîvînin û bitûnîya xwe carekî din pêk bînin.
Li Tirkîyeyê îdeoloîyên serdest tu carî rê nedan avabûna cimaeteke epîstemîk ku tê da fikrên cihêreng û haletên pêjnî bi hevûdin re bin. Her tim di sûretê îdeolojîyên serdest de biwara ramanî û qamûya wêjeyî rengekî monolîtîk wergirt. Kurd jixwe tu carî di van biawarên qamûyî yên serdest de derfeta temsîl û nimandinê nedîtin. Berovajîya wê bendên diywar li berwan hate dayîn, her wisa yên wan ên xwemalî jî hatin şikandin û têkbirîn. Daxwaz û hewesa me şikandina van bendan, aşkerekirina van bendan e helbet û her wisa em dixwazin milek bidin wî milî ku hewl dide xwe ji van sazûmanên deralîkirin û tunekirinan parêzê. Girîngîpêdana vê peyv û mijarê yek ji wan xalên herî girîng e bo me.
Engin Ölmez: Li gorî tecrûbe û çavdêrîyên we, divê çi bê kirin ji bo geşedana çanda nîqaşê û lêkolîna berhemên xwemalî yên kurdî?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Li gorî çavdêrîyên me, car bi car em di podcastan de jî balê dikşînîn ser van tiştan, bi giştî û gilover em ji sazî û materyalên bêpar in, ji ber vê yekê jî pirsgirêkên ku ji me re dibin ezmûn bi rêyeke xwemalî nikarin ji hiş derkevin û werin ser zimên ango em bi giştî ji sazî û têgihsazîyên xwemalî bêpar in ku nîqaşeka qamûyî û kolektîf li ser ava bikin. Ne ku em behsa tunebûna tiştekî şênber dikin, wek ku mirov bibêje romana kurdî tune ye, sînemaya kurdî tune ye, rexneya kurdî tune ye, na. Ev mijara qamûya kurdî lewra girîng e ku amaje bi wê pergalê dike ku divê geştir bibe. Piranîya dozîne û têgihên ku aktuelîya zimanê me pêk tînin nezerîya me şîlo dikin, ew jî dike ku em bibin xerîbê xwe û xerîbê hevûdin. Ji ber vê yekê heya ku ji me tê divê em çavnasîyê li ezmûnên gerdûnî yên cihêreng re bikin, em binêrin bê ezmûnên berbehs di çorçoveyên dozîneyî û têgihî de çawa xwe derdibirin. Bi vê yekê re em dikarin him ji ezmûnên xwe re, û berhemanîna di encama wan ezmûnan de ji xwe re nezerîyeke dewlemend peyda bikin.
Engin Ölmez: Dema mêvan heye hûn azadttir in an dema hûn bi tenê ne û ji xwe ra sohbetê dikin? Bi dilrehetî hûn her tiştî û her suwalê ji beşdarê xwe dikin?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Em silavekî li Hegel jî bikin, serbestî ew e ku mirov serwextê bêgavîyan bibe. Çêkirina bernameyekî dukesî bixwe jî di xwe de hin zehmetî û derfetan jî tîne. Her du jî jî taybetmendîyên xwe hene, dema em her du bin, carê wisa xweş sohbet diçe em li ber dikevin ku dema zêdeyî jî êdî qedîyaye. Her wisa em bi kelecana guhdaran li mêvanên xwe guhdar dikin, û her wisa pirî caran bernameyên mêvanan bêtir bala me dikşîne ji bernameya me bixwe. Heke tu alîyê teknîkê ve dipirsî... Çêkirina podcastan jî weke produksîyoneke fîlmê ye. Ne zindî ye. Kêm zêde çi tevkarî hebe bi awakî kolektîf dimeşe. Berî bernameyê em bi hevûdin re çarçoveyekê amade dikin lê belê pirî caran bêyî ku yek ji me hesaba wê bike em ji çarçoveya amadekarîya xwe dertên dikevin ser xeta spontan û jixweberîyê, wê demê xweştir dibe. Wextê mêvan hebin, em dûrûdirêj li ser wan dixebitin, em bi hevûdin re, bi wan re jî li ser pirsan jî carinan guftugoyan dikin, lê belê jixweberîya berbehs û pêşbînî nekirin tîrtir û zaltir e. Li ser navê xwe, em biwareke berfireh ji bo azadîya derbirîn, raman û şîroveya mêvanan terxan dikin. A rastî, carinan em jî dibên ka dê mêvanê me berê axaftin û mijarê bi ku de bibe. Ev dihêle ku meraq û eleqeya me ya bernameyê zindî be. Her ku bernameyên me yên xwerû zêdetir derfeta azadîyê bide me jî di mêvandarîyan de em zêdetir rûbirûyê sînorên xwe dibin, zêdetir dikevin ser şopa hînbûna tiştekî nû.
Engin Ölmez: Heta niha, ji guhdar û hezkirîyên we, bertekên çawa hatine û hûn wan bertekan çawa dinirxînin û tetbîq dikin?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Heta neha me bertek û rexneyên xweş û çêker wergirtin. Bernameya ku me bi Farangis Ghaderîyê re pêk anî ("Beşa 8: Di Edebîyata Kurdî de Rengvedanên Rexneya Femînîst") bi rastî dengekî xurt û bilind bi xwe re anî. Di wê bernameyê de nimûne, jêderk û ramanên cihêreng hebûn ku balê dikşand ser wê stratejîya tehakûma nêrane ya ku di wêjeya kurdî de serdest û zal e. Ew bername kir ku em jî carekî din li ser xwe bifikrin û bi ya me carekî din balekî xurt bir ser wê yekê ku mijara jinê di nîqaşên qamûyî de xuyanîtir bibe. Her wisa bernameya LeWergerê (Beşa 06: Nimûneyek ji Ezmûnên Kurdî yên Wergerê: LeWerger) mijara wergerê baleke xurt kişand. Piştî bernameya Hesenê Dewrêş de (Beşa 4: Temsîla Kurdî di Edebîyata Gerdûnî de) kesin li me vegerîyan, girîngîya wê bernameyê û şopandina kesên mîna Hesenê Dewrêş, ango kesên ku xebatên akademîk ên di vî warî de kirine, ji me re ragihandin. Piştî bernameya 10an de (Di Wextên Şer de Nivîskarî û li gel Nivîskaran Wateya Şer) ku mêvanê me Lokman Ayebe bû, hin guhdarên me gotin ku paşxaneya nivîskaran bêhtir dê bala wan bikşîne. Hin mamosteyên Kurdolojîyê pêşnîyaz anîn ku bernameyan biqûlêbin ser nivîsê weke materyalên dersan bi kar bînin.
Tiştên wereng kirin ku em xwe li sezona duyemn tûj û sor bikin. Helbet carinan jî wisa dibe ku em jî nizanin çawa sûd ji wan rexneyan bigrin. Hin guhdarên me dixwazin bername dirêjtir bin, hinek dixwazin kurtir bin; li gorî hinekan zêde teorîk in li gorî hinekên din teorîya me têrnekar e. Em ji van tevan jî sûd werdigrin, bêyî ku wesfa me ji kalîteya xwe bikuje û kûrahîya xwe ji dest bide.
Heya îroroj mijarên teorîk, wek ku ji bo tirkî hatibin terxankirin, wextê bi kurdî şûna xwe ya eslî dibînin, nemaze ji alîyê kurdan ve dema hîyerarşîya tirkî û kurdî serobino dibe ev bixwe kelecan û hurmetê bi xwe re tîne.
Weka ku keda gelek kesan di Vegera Mezin de heye, em jî dixwazin kurdî vegera mala xwe,ango li cem kes û kûsên xwe serdest be, her weha cihê xwe yê ku jê hatîye vegirtin lê bê vegerandin. Bi bertek û rexneyan re ev Vegera Mezin dirûva xwe ya estetîk û ramanî diedilîne.
Engin Ölmez: Çima navbereke ew qas dirêj kete navbera her du sezonan. Ji ber ku we dest bi serdema duyan ya bernameyên xwe kirîye, em dikarin bibêjin ku hûn gihiştinê wê armanca xwe ya destpêkirina vî karî, heta çi radeyê hûn gihiştine armanca xwe?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Di despêkê de me projeya xwe ji bo wan her 12 beşan pêk anî bû. Dûv re eleqeya ku ji alîyên kurdan ve û her wisa peyitandina girîng, rol û mebesta wê kir ku em li sezoneke din jî bifikrin. Armanc û mebesta me, amadekarîya bo zûtirîn demê bû, her wisa wek adara 2026an me digo em ê belav bikin. Lê belê çi tiştên şexsî, çi tiştên giştî ya vê koma me ya Baneşanê, tevî hin sedemên mêvanan jî kir ku wisa dereng bimîne. Me dît ku gelek kes bêrîya bernameyên nû kirine, her wekî ne jêderkek lê belê wek ku bi rengê gazindê tu jî dipirsî, ev tiştekî pirr baş e, ev jî dîyar dike ku em gihiştine armanca xwe, me girseyek guhdarên xwe çêkirine.
Engin Ölmez: Di sezona duyem de cudatir ji sezona ewil, we cih daye portreya nivîskaran jî. Çima taybet we xwest cih bidin portreyan?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Yek ji rengvedana wê fikra qamûyî û gerdûnsazîya piranîxwaz e ev ramana me ya di gel mêvanan bername çêbikin. Me xwest deng û nêrînên wan kesan jî lê zêde bibe ku li derdora hin babet û hêmayên xwe bi bîra guhdar û xwîner û raya kurdî dixin. Me nexwest tiştên me bes ji ezmûn, bîr û boçûnên me yên kitêbî bin; şîroveyên kitêbê jixwe serwer in, ji dêvla wê me xwest ezmûnên mirovan weke hêmaneke bingehîn di nav çalakîyên sazîreng û hilberîna edebî de şûna xwe bigrin. Me go belkî, veguhastina van ezmûnên berbehs di şert û mercên me de rasterast geşe bidin seknên dozîneyî yên xweser. Tevî mêvanan çêkirina bernameyekê, bi kurtî bi wê fikra qamûyî re danîn an jî zêdekirina pirekê ye.
Em werin ser portreyan, te dî mêvan bêtir li ser vê têgiha ku serî pêşî em nîqaş dikin, û dû re em bi rengekî din bi mêvanê xwe nîqaş dikin. Di portreyan de rengekî ji wan cudatir heye. Çawa ku hemû çalakîyên mirovî qamûyî ne, wêje jî çalakîyeke qamûyî ye, hew li cihê herî takehez jî. Dema gihişt yekem xwînerê xwe deq, kes rengekî qamûyî werdigrin ser xwe. Hebûna mêvan û portreyan jî pûtepêdana me ye li gel wê takîtîyê ku em cîhê wî di nav qamûyê de nas dikin û dixwazin bêtir nas bikin. Berovajî ramanên rûniştî qamû li ser redkirin takan ava nabe, avabûneke dînamîk û zindî ye ku di wir de takekes bi awakî serbest dikeve nav danûstendinê, xwe bixwe jî ava dike. Kêmzêde bi vê formatê re em dixwazin rengekî wisa li xwe zal bikin: çalakîyekîyeke wisa be ku ne ji perspektîfa kesekî, îdeolojîyekê, an jî derdorekî be, bingeha xwe li ser sekneke cihê ya ramanî û estetîk daîne. Tevî mêvan, portre û rexneyên ku ji me re tên ev tişt xelek bi xelek tev li pêvajoya avakirinê dibe. Divê mêvan û portreyên bernameyên wekî hêmanên eslî yên rengê me bêne hesibandin.
Engin Ölmez: Hûn li gorî kîjan krîteran beşdaran hildibêjerin?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Em hewl didin mazûvanîya navên wisa bikin ku li gor mijarên xwe kesên ku berhem anî bin, xebat û ezmûnên wan di wî warî de têra xwe hebin û helbet ji bo me jî wehda tiştekî nû bike, her wisa bi şêwazeke rengîn û xweser be.
Engin Ölmez: Çend kes, ji ku we guhdarî dikin. Li gorî çavdêriya we, podcastgeriya kurdî çiqasî karîye bala nifşê nû bikşîne ser edebiyat û nîqaşên lêkolînî?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Belkî dûrî şêwaza me ya zanistê ya herduyan e jî, lê em bi wê algorîtmaya serdema nû nêzî podcastan nebûn. Em li xwe mikur werin ku hîna me tiştekî wisa nekiriye. Bi awakî modelên klasîk em tevdigerin, kêm zêde tiştêk ku ji bo me hatine nivîsîn û gotin, tiştên ku me çavdêrî kirine, an jî me ji bîr û raya kesan pirsîne şêwe dide fahma wergirtinî ya bernameyê.
Podcastgerîya kurdî wekî tiştên dîtir ên kurdan qurbanîya algorîtmayên serdest e. Ji mijara ku "gelo bala nifşa nû dikşîne" zêdetir, "gelo ji bo ku bala nifşa nû nekşîne pergalên serdest çi dikin?" girîntir e. Vê dawîyê li ser çîroka Pirtukakurdî û Trendyolê jî me dît. Tu li çi digerî çi dertê ber tê. Lewma li her qadê, peyveke kurdî jî girîngîya xwe heye ku mirov van algorîtmayên serdest bişikêne.
Engin Ölmez: Proje û dosyeyên nû yên ku hûn li ser dixebitin an jî dixwazin di paşerojê de biafirînin hene?
Em mizgînîya sezona sêyemîn jî bidin ji neha de. Me dest bi çêkirina hin beşan kir. Di payîza dereng de em hêvî dikin li ber guhên guhdaran be. Ji ber derengmayîna sezona duyemîn em xwe rexne dikin. Sezona duyemîn ji ber hin sedemên tendurîstî û civakî (bo nimûne di dema dorpêçkirina Kobanîyê de me jî, mêvanên me jî moral di xwe de nedîtin ku em rûnên bernameyekê çêbikin) guherînên nebidil çêbûn ku çend mêvanên me yên jin, li wê derê cîhê xwe negirtin, ev jî kir ku hejmara jinan kêmtir xuya bike. Di sezona sêyemîn de em ê hewl bidin deng û beşdarbûna jinan zêdetir bikin.
Her wisa di sezona sêyemîn de hebekî em ê berê xwe bidin wêjeya klasîk, em ê behsa hinek xebatên bi vî rengî bikin.
Di pêvajoya çêkirinê de, weke Deleuze amaje pê dike ku bûyîna di halê çêkirinê de girîng e, dê tevecûhên guhdaran, nêrîn, helwest û rexneyên ku tên, ji bo me dê bibe wesîleya guherîn, pêşvebirîn û geşedanê.
Her wisa vîzyona sazîreng a Weqfa Banê ku di pêkhatina bernameyê de diyarker bû, dê bi awakî çalak bidome.
Em spasîyên xwe bo cenabê Engîn Olmez û malbata BotanTimesê dikin ku derfet da me, kir ku em hebekî behsa hundirê Baneşanê bikin, da ku guhdarên me, hinekî din nas bikin.
Engin Ölmez: Hûn paşeroja weşangeriya dîjîtal û podcastgeriya kurdî di nava ekosistema medyayê de li ku derê dibînin ku we xwest xwe bi rêya podcastan xwe bigihînin xelkê?
Serdar Şengul, Ferzan Şêr: Ekosîstema serdest a cîhanê weke sîyaseta serdest a cîhanê asîmetrîyeke xwe heye. Ev tişt li her derî hukm dike. Di beşa ewil de me ev yek gotibû, me gotibû çiqas derfet hebin jî wek email, PDF, Spotify, Youtube di serî de platform û derfetên demokratîk xuya dikin lê dema mirov parikî bala xwe bide nakokîyên xwe gelek in û her wesa di warê neheqîyan ji berê dijwartir in. Neha Google blogan zêde nade xuyakirin, ez dibêm pênç sal berê jî agahîyên li ser kurdan di malperan de di motorên lêgerînê de zêdetir bûn. Lewma pêşeroja podcastên kurdî jî weke çarenûsa her kurdekî ye. Di vê sedsala dawî de ku kurdî neketibe, wê dîsa nekeve. Di Zarokên Berçem a Ciwanmerd Kulek de epîzodek heye, dengê teybê heye. Ew deng meseleya qeydkirina deng û bîrdankê bi bîra xwîneran dike. Em dibên vê gavê Podcastgerîya kurdî jî rengekî xwe yê bi vîrengî mebestî heye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...