Stêrka baleyê ya Rûsî Vladimir Shklyarov di 39 salîya xwe de miriye
Vladimir Shklyarov, stêrka navdar a baleyê ya Rûsî, roja şemîyê piştî ku ji qata pêncan ketiye, jiyana xwe ji dest daye. Ev yek ji alîyê Şanoya Mariinsky ya St Petersburgê ve hatiye ragihandin.
Sedema mirinê
Li gor Anna Kasatkina, berdevka Şanoya Mariinsky, Shklyarov ji ber êşa pişta xwe derman dixwar û roja duşemê dê emelîyata pişta xwe bikira. Li gor ajansa nûçeyan a RIA Novosti, lêpirsîna federal dest pê kiriye û sedema pêşîn a mirinê wek qeza hatiye dîyar kirin.
Karîyereka berhemdar
Shklyarov di sala 1985ê de li St Petersburgê ji dayik bûye û di sala 2003ê de tevlî Şanoya Mariinsky bûye. Di sala 2011ê de bûye reqasê sereke yê şanoyê. Di karîyera xwe ya 20 salî de, wî di gelek berhemên navdar de listiye, wek Swan Lake, Romeo û Juliet û Don Quixote.
Bandora li ser cîhana baleyê
Şanoya Mariinsky mirina wî wek "windahîyeka mezin" bi nav kiriye. Diana Vishneva, reqasa Mariinsky gotiye: "Ev trajedî tenê hêstir û xemgînîyê tîne... Tu hevparê herî xweştivî bûyî... Romeoyê min ê bedew, Mîrê min ê wêrek di Cinderellayê de."
Jiyana taybet
Di sala 2013ê de Shklyarov bi reqasa şanoyê Maria Shirinkina re zewicîbû û du zarokên wan hebûn. Li gor Irina Baranovskaya, hevaleka wî, ew derketiye balkonê ku bêhna xwe veke û cigare bikişîne, lê li ser balkona teng hevsengîya xwe winda kiriye.
Çavkanî:
- Botan Times
- The Guardian
- Sian Cain