Nûçe
Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê, rojnameger Ferhat Çelîk hatiye desteserkirin
Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku Midûrê wan ê karên nivîsan, Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin. Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Ferhat Çelîk, duhî êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatiye destserkirin. Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê