Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku Midûrê wan ê karên nivîsan, Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin.
Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Ferhat Çelîk, duhî êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatiye destserkirin.
Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li ser hesabê YouTubeyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide. Paşê polîsan Çelîk birine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Piştî kontrola tenduristiyê Çelîk neqlî Qereqola Ferîkoyê kirine.
Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê Çelîk de ji bo rojekê biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Divê îro li dozgerîyê îfadeya Çelîkî bê standin.
Ajnsa Mezopotamyayê*
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...