Tevî dayîka Narînê û birayê wê 8 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Gûranê de 9 kes bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê. Piştî dadgeha ku 7 saetan berdewam kir, 8 kes hatin girtin. Dayîka Narînê Yuksel û birayê wê Enes Gûran bi tohmeta ku “bûne hevkarê kuştina bi qestî” hatin girtin.
Narîn Guran di 21ê Tebaxê de winda bûbû û di 8ê Îlonê saet di 08.45an de termê wê di nav çem de di çewal de hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên malbatê jî di nav de ji gund 22 kes hatin desteserkirin. Îfadeyên 22 gumanbaran yên li Edliyeya Amedê Alîkarê Serdozgerê Komarî û 3 dozgeran di 12 saetan de girtin. Piştî îfadeyan dozgeran daxwaza girtinê 9 kes şandin dadgehê.
3 jê bi şertê kontrola edlî bi giştî 13 kes serbest bûn.
Kesên hatine girtin û sûcên wan ev in:
Dayika Narînê Yuksel Guran û birayê wê Enes Guran bi tohmeta ku '“bûne hevkarê kuştina bi qestî” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Pismamê Narînê, Muhammet Kaya, dotmam Bîrsen Guran û Maşallah Guran, karkerê Salim Guranê girtî R.A. û Mehmet Selîm Atasoy û Mehmet Şevket Kaya bi tohmeta ku “piştgiriya sûcdar kirine, delîlên sûc li holê rakirine” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Ji bo berdewamîya nivîsê bitikîne.