Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Ji 27ê Îlonê vir ve tu agahî ji Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê nehatiye standin. Lêgerîn bi alîkarîya kameraya bi germayê dişixule û di nav Gola Wanê de jî berdewam dike.
Rojin Kabaiş, xwendekara 21 salî ya beşa pêşveçûna zarokan a pola yekem, ji bo xwendina xwe ji Amedê çûye Wanê. Ew li xwendegeha keçan a Seyyid Fehim Arvasi ya di nav kampûsa zanîngehê de bicih bûye. Êvara 27ê Îlonê, Kabaiş çûye qeraxa golê û pişt re jê tu deng derneketiye.
Bavê Rojinê, Nizamettin Kabaiş, dîyar kiriye ku keça wan berîya ku here qeraxa golê bi dayika xwe re bi telefonê axivîye. Wî gotiye ku dema Rojin dimeşîya di qeydên kamerayê de xuya bûye. Lê paşê ew ketiye cihekê ku kamera wê derê nabîne.
Bavê Rojinê ji kesên ku tiştekî dîtine an jî agahîyek wan heye daxwaz kiriye ku parve bikin. Wî holê gotiye: “Ez ji her kesî rica dikim. Eger kesek tiştek dîtibe an jî ji cihekî agahîyek stendibe, ji kerema xwe re bila bêje. Ez ji keça xwe jî rica dikim, eger sax be, li jiyanê be, me temaşe bike, ji kerema xwe re bila agahî bide.”
Serokê Baroya Wanê Sinan Özaraz gotiye ku ew dosyeyê ji destpêkê ve dişopînin. Wî bal kişandiye ser cihê ku xwendekar lê winda bûye û gotiye: “Di nav zanîngehê de qeydên kamerayan hene, lê cihê ku daketiye qeraxa golê xaleka kor e. Ev xal di tu qeydên kamerayan de nayê dîtin û alîyê wê yê gund e, loma li wir jî qeydên kamerayan tune ne.”
Özaraz dîyar kiriye ku di roja 4ê Cotmehê de wan bi serdozgerîyê re hevdîtinek pêk anîye û li gorî vê hevdîtinê, heta niho tu encameka berbiçav nehatiye bidestxistin. Lêkolîna li ser telefonê, qeydên e-nameyan û lêgerînên bi alîkarîya amûra sonarê û kûçikên perwerdekirin berdewam dike.
Çavkanî: BBC Türkçe, VOA Kurdî
Nivîskar: Mahmut Hamsici
Vîdeo-nûçe: Arif Aslan
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...