Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
John Hopfield û Geoffrey Hinton Xelata Nobelî ya Fîzîkê ya sala 2023yê standine. Wan bi bikaranîna amûrên fîzîkê, rêbazên bingehîn ên hînbûna makîneyî pêş xistine.
Hopfield û Hinton li ser torên neuronî/sinirî yên çêkirî xebitîne. Vê teknolojîyê ji sîstema mejî îlham girtiye.
Hopfield toreka ku dikare qaliban tomar bike û ji nû ve çêbike, afirandiye. Tora Hopfield ji fîzîka ku taybetmendîyên madeyê li gorî spîna atomî rave dike, sûd werdigire.
Hinton tora Hopfield wek bingeh bikar aniye û makîneya Boltzmann afirandiye. Ev makîne dikare taybetmendîyên girîng di nav daneyên cuda de nas bike.
Xebata van zanyaran bingeha geşedana hînbûna makîneyî ya niho daniye. Tora neuronî ya çêkirî niho di gelek warên fîzîkê de tê bikaranîn.
Çavkanî: Botan Times, Komîteya Xelata Nobelî ya Fîzîkê
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...