Zêdekirina KDV-ÖTVyê dê tesîreka çawa li ser jiyana me bike?

Share
Zêdekirina KDV-ÖTVyê dê tesîreka çawa li ser jiyana me bike?
market sepetî
“Ji derzîyê heta pênûsan, bihayê nan, xwarin û vexwarinan, heqê rêyan, dê bihayê her tiştî di carekê da zêde bibe.”

Alîcan Ebedînoglu

Serokê Odeya Yekîtiya Esnaf û Zenetkarên Amedê, Alican Ebedinoğlu dibêje, "Dema ez van gotinan bilêv dikim dibe ku zam hatibin kirin jî”

Baca xebatê ya taybet a (ÖTV) ku ji aliyê hikûmetê ve di firotina sotemenîyê da tê stendin, bi biryara serokkomar Receb Tayyip Erdoğan berîya çend rojan hat zêdekirin. Piştî wê biryarê  bihayê benzîn û mazotê 7 lîre hat zêdekirin.

Li Tirkîyeyê  nirxê lîtreyek benzînê berîya niha 28 lîre bû. Niha 35.90 lîreyan e. Bihayê lîtreyek motorîn 26 lîreyan bû ew jî niha bi 33.18 lîreyên tirkan tê firotin.

Ev yek dê tesîreka çawa li ser jiyana me bike? Wekî ku Ebedinogluyî dibêje gelo di rastîya xwe da jî dê bihayê her tiştî di carekê da ewqasî zêde bibe?

"Bihayê heqê rê û nanî dê dîsa bê zêdekirin"

Alican Ebedinoğlu, serokê Odeya Yekîtiya Esnaf û Zenetkarên Amedê
Bê guman zêdekirina ÖTV û KDVyê tesîrê ne tenê li ser esnaf û zanatkaran, herwiha dê tesîrê li ser her kesekî/a bike. Dema zem tê ser benzîn û mazotê, ev tê wê wateyê ku dê her tişt jî biha bibe. Çima em wisa dibêjin, ji ber ku em girêdayî rojavayê Tirkîyeyê ne. Gelek kelûpel bi rêya neqlîyeyê ji rojava tê ji me ra. Dema tiştek ji rojava bê vir, dê buhayê neqlîyeyê bibe du qat. Bo nimûne, me berîya 15 rojan li bajêr bihayê heqê rê zêde kiribûn. Lê niha em ê careka din zêde bikin. Buhayê nanî jî  dê bê zêdekirin. Ev yek nebe, esnaf mesrefên xwe pêk nayînin.

Alican Ebedinoglu

"Bi her awayî dê tesîreka tund li ser me bike"

Aborîya Amedê bêtir li ser înşaat û cotkarîyê ye.

Tê gotin ku zêdekirina baca ÖTVya sotemenîyê  dê tesîraka mezin li ser van herdu beşan bike.

Ebedinoglu jî balê dibe ser vê mijarê.

“Li vir dê cotkar nikaribin erdên xwe biçînin. Ji ber ku her tiş bi mazotê ye. Piştî ku buhayê mazotê ewqasî zêde bû, ew jî dê dev ji çandiniyê berdin. Herwiha kereste û amûrên înşatê jî bêtir ji derve tên standin. Yan dê avahî û înşaat bisekinin an jî dê buhayên xanîyan du qat zêdetir bibin. Zêdekirina buhayê mazotê bi her awayî dê tesîreka tund li ser me bike.

Alîcan Ebedînoglu

Aqûbet û encama esnafên piçûk  ên ku bi zor zehmet li ser pêyan mane, nayê zanîn ka dê piştî van zemên dawî xwe çawa ragirin.

Li gor Ebedinogluyî, esnafên karî dê li ber xwe bidin, yên neçar jî dê deriyên dikanên xwe bigirin.

Xwedîyê kafeyekê: Em ê fiyetên xwarin û vexwarinên xwe zêde bikin

Li Amedê xwedîyê dikanan û esnafên biçûk jî di van rojanda buhayê her tiştî nû dikin.

kafeyeke biçûk ya li navçeya Sura Amedê jî yek ji wan e.

Xwedîyê cafeyê piştî zêdekirina ÖTV û KDVyê û zema sotemenîyê gilî û gazincan dike.

Piştî zeman kelûpelên ku em dikirin jî buhayê wan bûn du qat. Ji îro pê da em jî neçar in ku fiyetên xwarin û vexwarinên xwe zêde bikin.
Dema ÖTV û KDV zêde dibe divê tu jî zeman bikî. Em jî mecbûr in heqdest û yewmiyeya xebatkarên xwe zêde bikin. Herwiha buhayê hemî xwarin û vexwarinên xwe zêde bikin. Çay 10 lîre bû, niha em ê bikin 15 lîre. Qehwe 40 lîra bû niha em ê bikin 50 lîre. Lîmonata 40 lîra ye, em ê bikin 50 lîre. Hemî cure xwarin û vexwarin kêm zêde 5-10 lîreyan zêde bû.

Li Tirkiyeyê baca KDVyê ya hindek berhem û xizmetan ji sedî 8an dexistine ji sedî 10an; hindek jî ji sedî 18an derxistine ji sedî 20an.

Herwiha baca taybet jî hate zêdekirin ku ji hindek berhem û xizmetên wekî alkol, cigare, sotemenîyê hwd tê wergirtin.

Read more