Zewaca Ziya Gökalp û sosyolojîyeka sînesoj

Share
Zewaca Ziya Gökalp û sosyolojîyeka sînesoj
WÊNE-NÛÇE MEM ARTEMÊT

Tê zanîn ku apekî Ziya li wî zor kiriye ku ew bi qîza wî re bizewice. Heta gorey hinek tarîxçiyan, Ziyayê wan çaxan xort bûye ne jiber tiştekî din, tenê jiber vê meselê qurşîn di qafê xwe de teqandiye.

https://open.spotify.com/episode/5I09KzBz4YrVQ6h6aecu6n?si=ab5lDC8LSO6Axhg_WQB3FA

***

Tarîxçî û teorîsyenên Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî hosteyê ilmê xwe yê sosyolojîyê dihesibînin.

Ew tarîxçî û teorîsyen dibêjin ji bo miletê Tirk, berî Ziya Gökalp û piştî Ziya Gökalp du dewr hene û dibêjin ancax bi fikrên wî re feracên xêrê li wan vebûne.

Rêberê cumhurîyeta Tirkîyê Mustafa Kemal mesela, feracê ku Tirk pê pir serbilind in, mealen gotiye “Namık Kemal hîsiyat da min, Ziya Gökalp fikriyat”

Va gotina Mustafa Kemal tenê bi serê xwe raber dike ku fikrên Ziya Gökalp, siyaset û sosyolojîya wî ji bo Tirkan çiqas muhîm in.

Ji bo Kurdan jî sosyolojîyeka Ziya Gökalp heye, lê ew ji fikriyata muhîm zêdetir, bi gazincê, halûhikayateka huznî ye.

Tê zanîn ku apekî Ziya li wî zor kiriye ku ew bi qîza wî re bizewice. Heta gorey hinek tarîxçiyan, Ziyayê wan çaxan xort bûye ne jiber tiştekî din, tenê jiber vê meselê qurşîn di qafê xwe de teqandiye.

Qurşîn di qafê wî de, sax filitiye Ziyayê pismam û talîya talî rabûye bi dotmama xwe, Wecîhe Xanima qîza Hecî Hesîb re zewiciye.

Telebeyên Diyarbekirî yên çend salan piştî vê zewacê ketine dersên Ziya Gökalp di ser gotineka wî re behsa sosyolojîyeka sînesoj dikin.

Dibêjin, telebe dibêjin, Ziya Gökalp diketiye sinifê, serê xwe radikiriye li jor dinêrîye û bi Kurmancî digotiye “Min dil hebû, wê dil hebû, gundî malî qayil nebûn..” û dewam dikiriye dûra, “Sosyolojî ev e, a ku qeder û zewacê bêlî dike, ne dil e, milet e.”

Destxeta Ziya Gökalp. Notên sosyolojîyê ku wî dane beşa felsefeyê ya Darülfünuna Stenbolê.

Çavkanî
Orhan Miroğlu, Hevsel Bahçesinde Bir Dut Ağacı - Canip Yıldırım'la Söyleşi, İletişim Yayınları, İstanbul, 2005.

Rohat Alakom, Ziya Gökalp'in Büyük Çilesi Kürtler, Avesta Yayınları, İstanbul, 2018.

Hakkı Süha Gezgin, Edebi Portreler - Ziya Gökalp, Timaş Yayınları, İstanbul, 1997.

Cavit Orhan Tütengil, Ziya Gökalp Üzerine Notlar, Türk Sosyoloji Cemiyeti Yayınları, İstanbul, 1956.

Enver Benhan, Filozof Gök Alp, Kitap Yazanlar Kooperatifi, Ankara, 1933.

Şevket Beysanoğlu, Ziya Gökalp'te Diyarbakır-Diyarbakır'da Ziya Gökalp, Sosyoloji Konferansı Sayı: 14, İstanbul Üniversitesi Yayınları, 1976.

Read more